Yekîtiya Ewropayê
Ji Wîkîpediya
Yekîtiya Ewropayê (YE, EU Ingilîzî: European Union, Elmanî: Europäische Union, Frensî: Union européenne) rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 27 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nicee ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29'ê gulanê sala 1986an de li Brukselê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4. ya "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9. ya Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9'ê gulanê ye. Yekitîya Ewropayê xwedî pasaport û ajonameya hevbeş e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Parzemîna Ewropayê bi sedan salan bû şahidê şerên gelek mezin û dijwar. Di navbera salên 1870 û 1945an Elmanya û Fransayê li hemberî hev sê caran şer kirin. Gelek mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dan. Hîn serokên welatên Ewropî ji bo ku di nav xwe de aştiyeke domdar damezrînin baweriya xwe pê anîn ku divê yekîtiyek aborî û siyasî ava bibe. Piştî Şerê Cîhanî yê II., welatên Ewropî ji bo birînên xwe yên şer derman bike û aştiyek pêk bîne ketin hewldana. Di sala 1950an ji aliyê Wezîrê karûbarên derveyî yê Fransayê Robert Schuman ve ji bo yekkirina pîşesaziyên komir û hesinê ya welatên Ewropaya Rojava, planek hate danîn. Piştre Peymana Parîsê hate îmzekirin û di encamê de di sala 1951an Civata Komir û Pola ya Ewropayê (CKPE) (European Coal and Steel Community) bi şeş endamên ku ji Belçîka, Elmanyaya Rojava, Luksemburg, Fransa, Îtalya û Hollanda yê pêk dihat hate damezrandin. Di van welatan de biryarên ku derbarê komir û polayê hatine girtin li saziyeke bilind serbixwe û serwelatî ya bi navê Otoriteya Bilind / High Authority hate dewirkirin. Serokê yekemîn ya vê saziyê Jean Monnet bû. Di nava çend salan CKPEew qas serkeftî bû ku şeş welatên endam, di derbarê pêşvebirina hevkariya di nav xwe û ji bo yekkirina beşên an go sektorên din yên aboriyên xwe biryar girtin.
Di sala 1957an Peymana Romayê îmze kirin. Di encamê de Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (European Atomic Energy Community) û Civata Aboriya Ewropayê (European Economic Community) hate damezrandin. Welatên endam bi darxistina "Bazara Hevbeş" ya di nav xwe de, hemû astengiyên bazirganî ji holê rakirin.
Di sala 1967an, saziyên CKPE, CVAE û CAE yê hatin yekkirin. Ji wê demê pê ve, ji bilî Parlementa Ewropayê,tenê komisyonek û yek dîwana wezîran çêbû.
Di destpêkê de endamên Parlementa Ewropayê ji parlementên neteweyî dihatin hilbijartin. Di sala 1979an hilbijartin hatin lidarxistin. Bi vê riyê li hemwelatiyên welatên endam, derfeta hilbijartina li gor daxwaziyên xwe hate dayîn. Ji wê salê şûn de ji her 5 salan carekê hilbijartin hatin li darxistin.
Peymana Maastrichtê (1992) ji bo destpêkirina hevkariya di navbera hikûmetên welatên endam bû firsendek nû. Bi tevlîkirina mekanizmeya hevkariya navbera hikûmetan de li sîstema civatê ve, Peymana Maastrichtê Yekîtiya Ewropayê derxist holê.
Di destpêkê de girîngi li ser polîtikayên hevbeş yên di derbarê komir û polayê û polîtikayek hevbeş derbarê cotemeniyê bû. Armancên polîtikayên din bi derbasbûna demê û bi pêwistiyan ve derket holê. Hinek armancên polîtikayên bingehîn bi guherîna şert û mercên demê, hate guherîn.
Bi derbasbûna wextê girîngiya têkiliyên YE bi welatên din re zêdetir bû. YE, bi welatêb din re li ser peymanên bingehîn ya bazirganî û alîkariyê peymanan çêdike û polîtikayên karûbarên hevbeş yên derveyî û ewlekariyê pêşvedixe.
Ji bo ku dewletên endam astengiyên bazirganî yên di navbera xwe de ji holê rakin û ji bona avakirina bazareke ku tê de gerîna kes, xizmet, mal, sermayeyan serbest be, gelek wext derbas bû. Di dawiya sala 1992an de "Bazara Hevbeş" bi şêweyekê fermî hatibû darxistin.
Di salên 90î de bi rakirina kontorolên gumruk û pasaporta di nav sînorên YE yê hindurîn, li Ewropayê hatin û çûyîn hêsantir bû. Bi vî awayî xwendina zaningehê ya li derveyî welêt jî hêsantir bû.Yekîtiya Ewropa, di sala 1992an de ji bo derbasbûna li cûreyek diravê ku ev yek wê ji aliyê Banka Navendî ya Ewropa ve bihate birêvebirin û ji bo Yekîtiya Aborî û Diravî pêşvebixe, biryaran girt. Di 1'ê rêbendanê sala 2002an ji nav 15 endamên Yekîtiya Ewropa 12 welatên endam ji bo bikaranîna dirava hevbeş ya Euro yê dev ji diravên xwe yên neteweyî berdan. Ev 12 welat Belçîka, Elmanya, Yewnanîstan, Spanya, Fransa, Îrlanda, Îtalya, Luksemburg, Hollanda, Avusturya, Portekîz û Fînlandiya ne. Piştre bi endambûn Slovenya yê hejmara van welatan gihîşt 13 yê.
[biguherîne] Dewletên endam
Yekîtiya Ewropayê, bi endambûna gelek welatan roj bi roj fireh û mezin bû. Elmanya, Belçîka, Fransa, Holanda, Îtalya, Luksemburg di 1951an wek damezrêner, Danîmarka, Îrlanda û Ingilîstan di 1973an, Yewnanîstan di 1981an, Spanya û Portekîz di 1986an, Avusturya, Fînlandiya û Swêd di 1995an, Komara Çek, Estonya, Qubris, Letonya, Lîtvanya, Macaristan, Malta, Polonya, Slovakya û Slovenya di 1'ê gulana 2004an, û di dawiyê de Bulgaristan, Makdonya û Romanya di 2007an bûn endamê Yekîtiya Ewropayê. Ji bilî van Xirvatistan û Tirkîyê berendamên Yekîtiya Ewropayê ne. Ji bo bi 27 endamên xwe re pergala ku Yekîtiya Ewropayê li ser ava bûye çalaktir bixebite, divê mekanizmeya biryargirtinê baştir bihata lidarxistin. Ji bo vê yekê Peymana Nice li ser xebat û meşandina YE yê zagon û fermanên nû xist xebitandinê. Ev peyman di 1'ê reşemîya sala 2003an xebitî.
[biguherîne] Pêvajoya Firehbûnê
Damezrandina Yekîtiya Ewropayê bi îmzekirina Peymana Parîsê (1951) ya ji bo avakirina Civata Komir û Pola ya Ewropayê û bi îmzekirina Peymana Romayê (1957) ya ji bo avakirina Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (EURATOM) Û Civata Aborî ya Ewropayê, bi îmzekirina ji aliyê şeş damezrêneran ve pêk hatibû. Hejmara welatên endam piştî şeş welatên damezrêner yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Luksemburg û Holanda bi pêkhatina 6 pêvajoyên firehbûnê gihîşte 27ê:
- 1973 Danîmarka, Îrlanda û Ingilîstan
- 1981 Yewnanîstan
- 1986 Portekîz û Spanya
- 1995 Avûstûrya, Fînlandiya û Swêd
- 2004 Qubris, Malta, Macaristan, Polonya, Slovakya, Letonya, Estonya, Lîtvanya, Komara Çek û Slovenya
- 2007 Bulgaristan û Romanya
[biguherîne] Sazî û Organ
[biguherîne] Saziyên YE
- Parlemena Ewropa
- Dîwana Wezîran ya YE
- Komîsyona YE
- Konseya YE
- Dîwana Dadê ya Ewropa
- Dadgeha Bilind
[biguherîne] Saziyên Aborî
- Banka Nevendî ya Ewropayê
- Banka Ramedan ya Ewropayê
- Komîta Aborî û Civatî
- Komîta Herêman
[biguherîne] Herwiha Binêre
[biguherîne] Girêdanên Derve
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Yekîtiya Ewropayê hene. |
|
|
---|---|
Endamên yekîtiyê: Almanya | Avûstûrya | Belçîka | Brîtaniya mezin | Çîk | Danimarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îrlanda | Îtalya | Letonya | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Polonya | Portekîz | Qubris | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya |
|
Berendam : Tirkiye | Xirvatistan |