Ji Wîkîpediya
1'ê gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ye.
- 1902 Li Hindistanê bablîsok rabû, di encama vê karesatê de 416 kes jiyana mir in.
- 1927 Adolf Hîtler, yekemîn kongreya mezin ya Partiya Naziyan li hev civand.
- 1948 Li Koreya Bakûr, Komara Gel a Demokratîk hate îlankirin.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- 1990 Nivîskarê Kurd Heciyê Cindî çû ser heqiya xwe.
- 1999 Gerîllaya Kurd Medîne Gûmûş ya bi navê kod Mizgîn Sîpan ku di sala 1977an de li Tatwanê hate dinê û di 8 adara sala 1993an de tevlî nav refên gerîlla bû, di pêvajoya agirbesta PKKê de encama êrîşên artêşa Tirk de li herêma navçeya Amed Qulpê jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllayê Kurd Kazim Yildirim yê bi navê kod Sefkan Zaga ku di sala 1977an de li Tekmanê hate dinê û di sala 1993an de li Erziromê tevlî nav refên gerîlla bû, li bajarê Çewlik gundê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllayê Kurd Edîp Merîç yê bi navê kod Yaşar ku di sala 1976an de li Karliovayê hate dinê û di sala 1996an de tevlî nav refên gerîlla bû, li herêma Sasonê, di navbêra rêya Çewlik û Mûşê jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllaya Kurd Mûvver Gezer ya bi navê kod Dîrok Zeyneb ku di sala 1978an de li Kozlixa Batmanê hatibû dinê û di sala 1994an de li Amedê tevlî nav refên gerîlla bibû, li herêma Reşadiyê di encama serdegirtineke artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.
- 2000 Tevî ku Partiya Karkerên Kurdistan PKKê li hemberî dewleta Tirk agirbesteke yakalî îlan kir jî, hêzên artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gerîllayên Kurd berdewamkirin. Di encama van êrîşan de li herêma Amed Şehît Remziyê 3 gerîllayên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Gerîllayên jiyana xwe ji dest dan ev in; Ferîdun Çoşkun yê bi navê Mahsum Amanos di sala 1978an de li Surucê hate dinê, di 1995an de tevlî nav refên gerîlla bû, Kemal Kapici yê bi navê kod Faîq Welat di sala 1974an de li Adiyamanê hate dinê, di sala 1993an de tevlî nav refên gerîlla bû, Sadun Katonî yê bi navê kod Rojhilat di sala 1980î de li Urmiyê ji dayikbû, di sala 1999an de tevlî nav refên gerîlla bû.