Slovakya
Ji Wîkîpediya
Slovakiya (bi Slovakî Slovensko) welatekê parzemîna Ewrûpayê ye ko ji wealtên Ewrûpaya Navîn dihêt hesibandin. Li Bakur hevsiya Polonyayê, li Bakurê Rojava hevsiya Komara Çêkiyayê û li Başur hevsiya Macaristanê ye.
Rûberê wê 48,845 Kîlometrên çargoşe (nêzî 18,859 maylên çargoşe) ne. Baytextê wê bajêrê Bratîslava ye ko mezintirîn bajêrê welatî ye.
[biguherîne] Cihnasî (Cografî)
Slovakiya bi welatekê kûstanî û çiyayî hatiye niyasîn. Çiyayê bilind ê Tatra ko yek ji çiyayên Zincîra Çiyayên Karpatî ye, li kopîtka Gerlachovsky nêzî 2655 metiran anko 8711 pêyan bilind e. Lê Başurê Rojhava ya welatî deştên nevî yên rûbarê Danub pêkdiînin. Ev rûbar parek ji sînorê digel welatê Mecaristanê ye.
Rêl û daristan 40 ji sedê ji rûberê welatî vedigirin û hêlîna rûvî, gurg, kûşik û kêrvoşikan e.
Zivistanên Slovakiyayê sar û havînên wê gerim in.
[biguherîne] Xelkê Slovakiyayê
Hêşeta anko popyulasiyona Slovakiyayê li goreyê berisandin (texmînandin) a sala 2004ê, nêzî 5,423,567 kesan e. 17 ji sedê ji hêşeta welatî zaroyên ji 15 salîyê biçûktir in.
Zimanê fermî yê Slovakiyayê zimanê Slovakî ye ko ji bo 85% ji xelkî zimanê daykê ye. Ev ziman gelek ji zimanê Çêkî nêzîk e. Mecarî deh ji sedê ji hêşeta Slovakiyayê pêkdiînin.
[biguherîne] Dîrok
Eşîretên Slovakî li sedsala 6ê li welatê Slovakiyayê akincîbûn. Li sedsala 10ê piraniya deverên wan kevtin bin destê Mecariyan û ev rewş heta nêzî 1000 salan berdewam bû. Dema li sala 1526ê Mecaristan bi tivavî kevt bin destê Emperatoriya Osmanî, Slovakiya her di destê Mecariyan da ma û Bratîslava (ko hingî navê wê Pozsonî bû) bû paytextê nû yê Eperatoriya Hapisburgê. Zordariya Mecariyan ji Slovakiyan dixwest ko dest ji ziman û hebûna xwe ya neteweyî berbidin. Serhildana netewî ya Slovakiyan lidijî wê zordariyê dest pêkir û li tevaya sedsala 18 û 19ê berdewam bû. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekê, dema li sala 1918ê Çêkiyan xweseriya xwe ragihandî, Slovakiyan jî xwe da gel wan û herduan bi hevra Komara Çêkoslovakiayê pêkanî. Di komara nû pêkhatî da jordestiya Çêkiyan hebû û ev li dilê Slovakiyan giran bû. Wan li sala 1939ê, hema berî destpêbûna Şerê Cîhanî yê Duyê bi seroktiya Yusêf Tîso xweseriya xwe ragihand. Tîsoî bixêrhatina leşkirê Hîtlerî kir. Li sala 1945ê Komara Çêkoslovakiyayê vejîve. Heta sala 1993ê ko her du gelên Slovakî û Çêkî bi awayekê gelek aştiyane û bê xwînrêhtin jihev cida bûn, wan herduan li ser pirsên aborî û siyasî hev nedigirt û Komara Çêkoslovakiyayê her wekî du komarên xweser bû.
|
|
---|---|
Endamên yekîtiyê: Almanya | Avûstûrya | Belçîka | Brîtaniya mezin | Çîk | Danimarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îrlanda | Îtalya | Letonya | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Polonya | Portekîz | Qubris | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya |
|
Berendam : Tirkiye | Xirvatistan |
Dewletên Ewropa | ||
---|---|---|
Almanya | Andorra | Avûstûrya | Belçîka | Bosna Hersek | Brîtanîyayê mezin | Bulgaristan | Danimarka | Elbanya | Estonya | Fînlanda | Fransa | Îslanda | Îtalya | Çek | Îrlanda | Komara Makedonyayê | Letonya | Liechtenstein | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Holanda | Norwec | Polonya | Portekîz | Romanya | Rûsya | Rûsya Sipî | San Marîno | Swêd | Swîsre | Sirbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ukrayna | Vatîkan | Xirvatistan | Yewnanistan |