Komara Çêkiyayê
Ji Wîkîpediya
Ala Komara Çêkiyayê |
Arma Komara Çêkiyayê |
Srûda netewî: Kde domov můj? | |
Zimanên fermî | çekî |
Paytext | Prag |
Serokkomar | Václav Klaus |
Serokwezîr | Mirek Topolanek |
Serxwebûn | Di 1 rêbendan 1993'an de ji Çekoslovakyayê qetya. |
Rûerd | 78 866 km² |
Nifûs ko (2000) Berbilavî |
10 264 212 130 /km² |
Dirav | Kûrona çek (CZK) |
Navçeya demjimêrî | UTC +1 |
Nîşana înternetê | .cz |
Koda telefonê | +420 |
Komara Çêkiyayê, (bi çekî: Česká republika) welatekê endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye (ji 1'ê Gulana 2004'ê). Çêkiya welatekê dorpêçdayî li nîveka parzemîna Ewrûpayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakur Polonya, li bakurê rojava û rojavayê Elmanya, li başur Nemsa (Avûstûrya) û li rojhilat Slovakya ne. Bajêrê dîrokî yê Pragê (bi Çêkî: Praha), paytext û mezintirîn bajêrê wê ye. Bajêrên dî Birno (Brno) ji ber tivengên wê di nav Kurdan da binavûdeng e. Welat ji du herêmên dîrokî yên cida pêkdihêt: Bohêmiya û Moraviya, hindek ji Sîlêsiya (Silesia) û pareka biçûk ji Nemsaya Jêr (Avûstûrya ya Jêrîn).
[biguherîne] Nav
Wezareta Karûbarên Derve ya Çêkiyayê li sala 1993'ê navê Çêkiyayê (Czechia) wekî berdêlekê fermî ji bo navê komarê dîiyarkir dema navê dirêjê komarê ne pêdvî bit. Lê di zimanê Inglîzî da vî navî cihê xwe venekiriye. Malpera fermî ya komarê (www.czech.cz) ko ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Çêkiyayê dihêt rêvebirin, li sala 2006'ê ew nav êdî bikaraniye. Navê Çêkî yê wê Česko cihê gengeşê ye, lê hindek bikardianin.
[biguherîne] Dîrok
Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxê Nû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3'ê Berî Bûna Îsayî, mişextên Kêltîk (Sêlt) û Boî (Boii) (binihêre Bohêmiyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên Elmanî yên Markomanî (Marcomanni) û Kuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. Li Heyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5'ê, gelek ji eşîrên Elmanî ber bi rojava û başur çûn û ji Ewrûpaya Navîn derkevtin û Gelên Slavî ji derdora Derya ya Reş herêma Karpatî (Carpathian) hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî ji Sîberyayê dihatin, mîna Hûnan, Avaran, Bulgaristan û Mecaran xurttir dibû.
Li sedsala 7'ê bazirganekê Frankî bi navê Samoyî li dijî xûnkarên Avar piştevaniya gelên Slavî kir û bû desthilatdarê hukmeta Slavî ya herî pêşîn li Ewrûpaya Navîn. Li sedsala 8'ê û li bin rêveberî ya Moraviyayê Mezin desthilatdarî ya Moraviyan hat damezrandin.
Hukmeta Çêk an Bohêmiya li sedsala 9'ê peyda bû. Şayatî ya Bohemiyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girig bû. Ew bi dirêjahî ya hebûna Emperatorî ya Pîroz a Romê parek ji wê konfederasyonê bû.
Şerên dînî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17'ê bandoreka gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destê Hapisburgê (Habsburg) û paştir bûn parek ji Emperatorî ya Nemsa-Mecaristanê.
Piştî heriftina wê emperatoriyê li piştî Şerê Cîhanî yê Yekê, li sala 1918'ê komara serbixwe ya Çêkoslovakiyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bi Elmanî, Mecarî, Polonyayî û Rûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çêkoslovakiyayê komareka navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nave wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yên nîvxweser (otonom) nebûn.
[biguherîne] Herêmên Komara Çêkiyayê
Komara Çêkiyayê ji 13 herêman (kraj, pirhijmarkraje) û paytextek statuya wê taybet pêk tê (hlavní město *):
Herêm | Paytext | |
---|---|---|
Prag* (Hlavní město Praha) | ||
Herêma Bohêma Navendî (Středočeský kraj) | buro li Prague (Praha) | |
région de Bohême du Sud (Jihočeský kraj) | České Budějovice | |
Herêma Plzeň (Plzeňský kraj) | Plzeň | |
Herêma Karlovy Vary (Karlovarský kraj) | Karlovy Vary (Carlsbad) | |
Herêma Ústí nad Labem (Ústecký kraj) | Ústí nad Labem | |
Herêma Liberec (Liberecký kraj) | Liberec | |
Herêma Hradec Králové (Královéhradecký kraj) | Hradec Králové | |
Herêma Pardubice (Pardubický kraj) | Pardubice | |
Herêma Olomouc (Olomoucký kraj) | Olomouc | |
Herêma Moravie-Silésie (Moravskoslezský kraj) | Ostrava | |
Herêma Moravie du Sud (Jihomoravský kraj) | Brno | |
Herêma Zlín (Zlínský kraj) | Zlín | |
Herêma Vysočina (Vysočina) | Jihlava |
|
|
---|---|
Endamên yekîtiyê: Almanya | Avûstûrya | Belçîka | Brîtaniya mezin | Çîk | Danimarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îrlanda | Îtalya | Letonya | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Polonya | Portekîz | Qubris | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya |
|
Berendam : Tirkiye | Xirvatistan |
Dewletên Ewropa | ||
---|---|---|
Almanya | Andorra | Avûstûrya | Belçîka | Bosna Hersek | Brîtanîyayê mezin | Bulgaristan | Danimarka | Elbanya | Estonya | Fînlanda | Fransa | Îslanda | Îtalya | Çek | Îrlanda | Komara Makedonyayê | Letonya | Liechtenstein | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Holanda | Norwec | Polonya | Portekîz | Romanya | Rûsya | Rûsya Sipî | San Marîno | Swêd | Swîsre | Sirbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ukrayna | Vatîkan | Xirvatistan | Yewnanistan |