Web Analytics Made Easy - Statcounter

See also ebooksgratis.com: no banners, no cookies, totally FREE.

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Mêrdîn - Wîkîpediya

Mêrdîn

Ji Wîkîpediya

Merdîn

Mêrdîn (Mardîn) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi başûrê biçûk, ji rohilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnex, ji bakurê xwe ve bi Amed û ji roavayê xwe ve bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara wê nêzî 850 hezar kesan e. Qezayê bi ser ve ev in: Kiziltepe (Qoser), Nisêbînê, Midyadê, Mehsertê, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewrê, Rişmil.


Tabloya Naverokê

[biguherîne] Dîrok

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. ``Mîrê Kelahan`` hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye. Mêrdîn bi rûn, hirî, bihok, behîv, qeresî, fisteq û xwarinên xwe yê bi tam navdar e. Xwarinên navçê yê bi nav û deng ji Salateya hinaran, Şorbeya mast, Ikbeybet (kutilk), Iroq (kutilkê sorkirî), Savara bi darçîn û bacanê reş, Mirîşka bi gijnîjê birajtî, Sembusek (lehmacunê sergirtî), Belohîyê pêk tê.

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, asuriyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.


[biguherîne] Ol û civak

Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê.

Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zafaranê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayel Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz...

Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.


[biguherîne] Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin

[biguherîne] Avhewa

Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.

[biguherîne] Gelhe (2000) û navçeyên bajêr

Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 705.098 e.

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2114m). Alam (1041m), Ziyaret (1160m) û Dibek(1231m), Tûrcel , Pozê Bîra.

[biguherîne] Deşt, zozan û gelî

Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê; Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya Çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.

[biguherîne] Çem û Gol

Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.

[biguherîne] Binerd

Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, tenê rovî , kîvroşk û balindeyên kovî peyde dibin.


[biguherîne] Xwarinên herêmê

Li herêmê savar û xwarinên ji savêr bêhtir tên xwarin. Wekî ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin "irok"). Rişte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û ûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.

[biguherîne] Kincên heremê

Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê "deq" e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de "egal" an jî "çefî" heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.

[biguherîne] Kronolojiya bajêr

Di dema persan de navê bajêr "Marde" bû. Di dema Bîzansiyan de jî "Mardîa" bû. Ereban jî navê herêmê kirine "Mardîn" . Suryaniyan ji bajêr re gotine "Marde" (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

[biguherîne] Berî Zayînê

  • 2000- 1243 dema Huriyan û Mîtaniyan
  • 1243 - 612 dema Asûriyan
  • 608 - 550 dema Medan
  • 550 - 312 dema Persan
  • 331 - 312 dema Mekodonîyan

[biguherîne] Piştî Zayînê


[biguherîne] Cihên turîstîk, dîrokî û gerê

Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin. Germavên Kerboranê ( germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.

[biguherîne] Çavkanî

  • Jean-Baptiste TAVERNIER (1692), Les six voyages, I:187
  • Carsten NIEBUHR (1778), Reisebeschreibung, Copenhagen, II:391-8
  • Pietro della VALLE (1843), Viaggi, Brighton, I:515
  • Albert SOCIN (1904), Der Arabische Dialekt von Mōsul und Märdīn, Leipzig.
  • Hugo MAKAS (1926), Kurdische Texte im Kurmanji-Dialekte aus der Gegend von Mardin. Petersburg-Leningrad.
  • Hasan SHUMAYSANI (1987), Madinat Mardin min al-fath al-'arabi ila sanat 1515. Bayrūt: 'Ālam al-kutub.
  • Otto JASTROW (1969), Arabische Textproben aus Mardin und Asex, in "Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft" (ZDMG) 119 : 29-59.
  • Hans-Jürgen SASSE (1971), Linguistische Analyse des Arabischen Dialekts der Mhallamīye in der Provinz Mardin (Südossttürkei), Berlin.
  • V. MINORSKY (1991), Mārdīn, in "The Encyclopaedia of Islam". Leiden: E. J. Brill.
  • Otto JASTROW (1992), Lehrbuch der Turoyo-Sprache in "Semitica Viva – Series Didactica", Wiesbaden : Otto Harrassowitz.
  • Ayliffe, Rosie, et al. (2000) The Rough Guide to Turkey. London: Rough Guides.
  • Michaela WITTICH (2001), Der arabische Dialekt von Azex, Wiesbaden: Harrassowitz.
  • George GRIGORE, [1] (2007). L'arabe parlé à Mardin. Monographie d'un parler arabe périphérique. Bucharest: Editura Universitatii din Bucuresti, ISBN (13) 978-973-737-249-9
  • Peyamaazadî


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûdê | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesek | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobanî | Mahabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kanî | Sêrt | Seqez | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce


aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -