Mezopotamya
Ji Wîkîpediya
Ev gotar li ser Mezopotamya, welatê nav çeman Ferad û Dîcle ye. Ji wateyên din ra li Mezopotamya (cudakirin) seke. |
Mezopotamya navê welatê nav çeman Ferad û Dîcle ye. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav dû çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farsî Miyanrudan û bi zimanê arami (Süryani) Bethnahrin e. Kurdistan jî di bakûrê Mezopotamya de tê dîtin.
Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn emperatoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye.
Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên Tirkiyê, Sûriye û Iraq e.