Sumer
Ji Wîkîpediya
Sumer navê welatekî li Mezopotamya û navê gelê ku tê de jiyan kir e. Sumer, kevintirîn sîvîlizeye (şaristanî) yê cîhanê ye. Li welatê Sumeran carê yekemîn buyêrên civakî wek bajar, koletî, çînên civakî, şer û her wekî din pêk hatin. Bi taybetî civaka çînî li Sumerê pêk hat.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Cihe derketina Sumeran naye zanin. Nêzîka 5000 sal bz ( Berî Zayînê) li başûrê Mêzopotamiyayê di nav çemên Dicle û Ferat li başûrê Iraqê iro de dîroka Sumeriyan dest pê dike. Di vê herêmê de sumerî şaristaniyeke pir pêşketî û bi nav deng ava kiribûn. Di hezarsala şeşemîn b.M. bajarên xwe damezrandin. Navên çend bajaran Erîdu, Ur, Nippur, Uruk û Larsa bûn. Sala 2370 bz, Sumer hat dagîrkirin ji aliyê miletên samî ve bi seroktiya Sergonê Agadî (akadî) kû bav û kalên aşûrî û babilî ne. Sala 2000 bz dewleta Sumeriyan hat rûxandin bi destê Amoriyan (Samî).
[biguherîne] Nivîs
Hêjaye gotinê ye ku sumerî çêkerên yekemîn tîpên nivîsandinê di dîroka mirovatiyê dene ku bi tîpên mîxî tên naskirin. Tîpên Sumeriyan yên mîxî bingeha komunîkasiyonê (ragihandin) li seran sera Rojhilata Navîn serdirêjye ya 2000 sal bûn.
[biguherîne] Mîtolojî
Mîtolojiya Sumeran ji bo mirovatiyê pir girîng e. Xwedawend û xwedeyên girîng ên Sumeran Înanna, Nînhursag, En, Enlîl, û Enkî ne.
Gilgameş qralekî Sumeran bû.
[biguherîne] Bandor
Bandora wê şaristaniyê li ser hemû aliyên jiyana rojavayê Asya yên olî, civakî, zanistî, çandî, kultûrî û cotyarî hebû. Bi taybetî bandorên olî ku ta roja iro di Tewrat, Bîbil û Quranê de diyarin. Li gor Sumerologê Samuel Noah Kramer, "dîrok di Sumerê de dest pê dike." Ser bingeha pirtûken Kramerê, Abdullah Öcalan di pirtûkên xwe da dewleta Sumeran şîrove dike.