Riha
Ji Wîkîpediya
Riha (Urfa) bajarekî bakurê Kurdistanê ye.
[biguherîne] Dîrok
Riha di cîhanê de bajarekî herî qedîm û kevnare ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Bajarê Riha yê wek " Bajarê Pêxamberan" tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê musilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Eleqeyeke mezin nîşanî bazirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir biryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir îtiraz pêk nehatiye.
[biguherîne] Ciyê cografî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erdê bajêr:
Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (Rêba):
Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.
[biguherîne] Nifûs (1997) û navçeyên bajêr
Riha navçeya navendî jî di di nav de ji 10 navçeyan pêk tê. Nifûsa bajar nêzî milyonekê ye. Di bajar de li gorî texmînan ji sedî 90 kurd, ji sedî 5 ereb û 5'ên din jî tev li hev in. Navçeyên Riha yên herî mezin û qelebalix Sêwreg û Wêranşar in. Li Navçeya Sêwregê bi tevahî kurd dijîn û bi piranî eşîrtî serdest e. Bi taybetî li navçeya Sêwregê civat pir girêdayî axa ye.
- Navend 535412,
- Tilebyad (Aqçaqale) 62454,
- Pirsûs (Birecûk) 72026,
- Hewenge (Bozova) 70019,
- Serêkanî (Ceylanpinar) 50447,
- Xelfetî 35500,
- Xarran 40664,
- Curnê Reş (Hîlvan) 33467,
- Sêwrek (Siverek) 146619,
- Sirûc 93006,
- Wêranşar 163975
Tevahiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 1303589 e
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Çiyayên Takurtukir (1222 m), Tektek (801 m), Nemrûd (800m) û Arat (771 m)
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye.
Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.
Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.
Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Riha yê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr shaxên Feradê ne û li herêmê diherikin.
Gola Halîl ul Rehman ; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Halîl ul Rehman e. Mehsî yên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayin girtin.
Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.
Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.
Gola Bendava Ataturk;
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
li herêmê heywanên kovî wek kelaynak (teyrên sergurî), kew û kewroshk, xezal û ruvî peyde dibin. Li golên herêmê mehsî jî henê.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in
[biguherîne] Kincên herêmê
Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.
Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê bajar yê kevn "Edesa" ye. Ev nav ji dema Mekodoniyan maye. Navek din jî bi zimanê suryaniyan " orihaî" û bi erebî jî (vurihaî (ava pir) ) bû. Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin.
Berî Îsa (zayîn) b.z.
- 2000 - 1300 dema Mîtanî û hûriyan
- 100 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 dema Medyan
- 550 - 332 dema Persan
- 332 - 313 dema Makedoniyan
- 132 hukumdariya Osroene
- 117 - 395 dema împaratoriya Roma
- 395 dema Bîzansiyan
- 639 dema Ereban
- 1071 dema Selçukiyan
- 1514 dema Împaratoriya Osmanî
Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.
[biguherîne] Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halil ul rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e.
[biguherîne] Navdarên bajêr
Abdullah Ocalan, Murat Karayilan, Yilmaz Guney, Şivan Perwer, Gulîstan Perwer, Îbrahîm Tatlises
[biguherîne] Girêdan
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûdê | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesek | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobanî | Mahabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kanî | Sêrt | Seqez | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |