Metir
Ji Wîkîpediya
Metir, meter an jî metre, di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan û di Sîstema Metrîk da metir yek ji yekînên bingehîn e. Metir yekîna dirêjahîyê ye. Peyva metir ji peyva yewnanî μέτρον dihêt. Kurtenavê wê m ye.
Bi awayekê dîrokî, metir ji alîyê Akademiya Zanistî ya Fransayê wekî 1/10,000,000 a wê hêlê hat pênasekirin ko ji kembera erdî ber bi qubê bakur diçe û ji bajarê Parîsê derbaz dibe. Niha, Dîwana Navneteweyî ya Kêşan û Pîvanan her metirek hosa pênase dikit: dûrahîya ko ruhnî di heyama 1/299,792,458 ya sanîyeyê da di valahîyê da diçe.
Ew hezarekî kîlometrekî ye.
Metreyek:
- kîlometirin.
- 10 desîmetir e.
- 100 sentîmetir e.
- 1000 milimetir e.