Parîs
Ji Wîkîpediya
Parîs paytexta Fransa ye, di heman demê de paytexta herêma Île-de-France e. Gorî hijmartina meha çile ya sala 2004 an 11.5 mîlyon kes lê dijî. Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde kes lê dijîn e. Di hemû Ewropayê de jî piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê duyemîn e, û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezintirîn de ye. Parîs di cîhanê de bi navê "Bajarê Ronahiyê" (la Ville Lumière) tê naskirin, navendek herî mezin a tûrîstan e.
Cihên tûrîstîkên herî binav li Parîs evin:
- Qûleya Eyfelê
- Muzeya Lûvrê
- Muzeya Orsayê
- Dêra Notirdamê
- Kela Versayê.