Dirêjahî
Ji Wîkîpediya
Dirêjahî yek ji rehendên tiştan e. Dirêjahî rehendê ji hemiyan dirêjtir e ko ji serî heta binî dihêt pîvan. Zaraveka dî heye, bejin, ko hindek ji dirêjahiyê nêzîk e. Bejin dirêjahiya tiştan bi awayê stûnkî ye. Pehnahî jî rehendekê dî yê tiştan e ko navbera alîyekî heta alîyê dî nîşadidit. Di fîzîkê da, bi awayekê edetî her dûrahiya di navbera du xalan da dirêjahî ye.
Dirêjahî pîvana rehendekî bi tenê ye. Rûber pîvana du rehendan e (dirêjahî 2 car) û guncak pîvana sê rehendan e (dirêjahî 3 car). Di piraniya sîstemên pîvan û yekînan da, dirêjahî yekîneka bingehîn e û yekînên dî li ser wê dihên pênasekirin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».