Zerdeştî
Ji Wîkîpediya
Zerdeştî oleke kevin a Îranê ye.
Afirandina mirovan: "Mirov ji sê demaran gihaye hev.
- Laş
- Hiş
- Can e.
Laş; winda dibe û dibe ax.
Hiş; ku bi xêra vi mirov dikare qencî û xirabiyê ji hev bidi alî û nas bike.
Can; ango rih namire û her dimine.ji bo kuştina laşê xwe, xwe dest dirist nedaye û gelek gunehkarî dibîne. Û dibêje ku; ew mirovê ku xwe dikuje, yekî ji leşkerê xêrê kêm dike. Her wekî din navê xwedê li gor felsefaya wî bi maneyeke diyalektîkî ye. Xwedê ango Ahûra Mazda; aho (ez ra cihan) mazda (xwedê) ye. Ew tê vê wateyê; wî daçêkirin, afirand, yanî wî xwe afirandiye. Bi mana kurmancî mêr û jin (nêr û mê) e. Yanî Hurmiz dawerê xêr. Ehrîman dawrê şerê ye. Du hêzên xurt di cihanê de hene XÊR û ŞER.
Li gor felsefaya Zerdeşt mirov hene ku mîna rojê ji paş çiyan hiltê û wek pirekê ji bo pêşerojê dirêj dibe û ronak dide hawirdorê xwe û diçe ava. Mirov ne ew e, ku di navrê, mitfax û tuwaletê wek lule avê kêr tê. divê mirov ji lat û pûtan dûrkeve, xwe ji derewan biparêze, goşt nexwe. pey namûsê xelkê nekeve, diziya malê xelkê neke, bixwîne,xwe ji nezaniyê azad bike û di karê xwe de sist nebe.
Dîsa Zerdeşt dibêje: "ma çi ye va dêr û mizgeft bil goristanên xwedê" lê bellê : " mirovên di rêz de wek çemekî qirêj in. Mirovê zana wek derya ne. Wî çemê qirêj dike hundirê xwe û pê xira nabe". ... Zerdeşt dibê: "Ez ewên ku pêşerojê bi heq der dixînin û yên çuyi xilas dikin ji wan hez dikim. Yên ku min fahm nakin ez ji bo guhê wan ne dev im.
Ji bona mafê şerefa min ew tiştê ku hun dibêjin hiç yek ji wan tuneye. Ne dojeh ne ji bihişt. Qet tu ji tişteki netirse, canê te jî berî laşê te dimirî. "Yên ku xirab radikevin û şevê de şiyarin li ser rêyên wan derkevin "her weki din ji li ser Dewlet wisa dibêje: "Ma çi ye Dewlet, ji bo çi ye? cinawirê heri wahş û hov û sar û sartir dewlet e. Dewlet bi her zimanî derew dike û bi her hacetî zor û zilm li civatê dike. Di dinê de tişti ne hevce dewlet e".
Dema ku mirov li van rêgezên hizrê ramaniya Zerdeş dinêhre dibine ku bingehê kevnar a sosyalizmê pê ve girêdayiye. Li vir gelek ramanên kur jî hene.
Yên ku ji xwe re li başiyê digerin dikevin vê rêyê û li du vê baweriyê diçin. Yên nezan û bê fam jî, zagonên jiyanê xira dikin û him ji bo mirina xwe, him jî ji bo mirina dinyayê dixebitin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
Kategorîyan: Ol | Zerdeştî | کورت