Mexter
Ji Wîkîpediya
Mexter gundekî navça Rihayê wêranşarê ye.
Mexter gundekî Wêranşarê yê gelekî kevn e. Gund di destê eşîra Xidrekan de ye. Li vî gundî mirov kêm in, piraniya wan li bajêr dijîn. Gund di destê 5 birayan de ye, ji van ê mezin re dibêjin "Ehmedê mezin". Li dora gund gundên bi navê Tûlik, Cerdelî, Birêmî, Saqo û Tillag hene. Nêzîkî gund Riya Hevrîşimê (îpekê) heye.
Gund ji bo xwedî kirina sewalan gelekî fireh e. Li vî gundî bi piranî pembo, nîsk ,genim, ceh û ne bipiranî be jî zebeş, kelek, êmidî (şilingo), xitti, xiyar, acur û gelek fêkî jî lê tên çandin.