Ûmeyyeyan
Ji Wîkîpediya
Emewîyan an Ûmeyyeyan (erebî: الأمويون ya erebî: بنو أمية Ûmeyyûn/benî ûmeyye, farsî:اموىان:Emevîyan, tirkî:Emevîler) xanêdan eke Xelîfetîye, di navbera 660 de heta 750an xelîfetî kirî bû. Li pê Ûmeyyeyan re xelîfetî derbaza Ebbasîyan bû bû.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Mûawîye Û Demezrandina Ûmeyyeyan
Mûawiye di dema Omer de di 641an de derbaza parêzgerîya Sûrî bû bû. Kênge Osman hat kuştin Elî îbn Ebî Talîb ji pê heterên re derbaza xelifetîye bû. Lê xelifetîya Elî ji alîya hinekan wek Mûawîye hat neperijendin û Mûawîye Elî ji kuştina Ûsman berpirsiyar dît û got ku hate kujtarê Ûsman nehate dîtîn ez bi Elî re bîat nekim. Bi dawî di 657an de navbera wan de Cenga Siffîn der ket. Di wê cengê de Hz. Elî Mûawîye bin xist jî di Bûyera Kizirî de wek xelîfe neda zanîn. Misilman wek Şî û Sunnî bûn du paran. Wê lihevnehatina heta Hz. Elî di 661an de ji alîya Xaricîyan hat kuştin dewam kir. Ji pê Hz. Ali hat kuştin re Mûawîya bi gelemperî ji alîya misilmanan wek Xelîfe hat helbijertain û dewre Ûmeyyeyan dest pê kir.
Mûawîya di dema xwe de paytexte xelifetîye ji Medîne de bire Şam e. Mûawîye di dema xwe de Xelifetî çerxa mîratîye kir û ji pê xwe re Yezîd I wek pêmavan diyar kir. Di dema Mûawîye de dagir kirina xakên der dewam kir. Xakên li Anatoliya, Hindistan, Maxrêb û Spanyaya başûr hat dagir kirin. Di 680an de Mûawîya mir.
Li mirina Mûawîya şunda Yezîd I di navbera 680 û 683an de xelifetî kir. Lê kengê Yezîd derbaza xelifetîye bû li hembera wî gelek serîhildan der ketin. Hûseyîn, lawê biçûkê Elî bîn Ebû Talîb jî hembera Yezîd derket. Di Cenga Kerbela 680 ji alîya hevelbandên vebirî bû.
Li pê mirina Yezîd I re lawê xwe Mûawîya II derbaza xelifetîye bû. Lê xelifetîya wî encax saleke çû û pê wî re Ebdûlmelîk derbaza xelifetîye bû. Êdî ew vebirî bû ku xelifetî di malbata Ûmeyyeyan de wek pêmavanê dewam dikir. Ji vê sedemê hinekan li Mekke Ebdûllah îbn Zûbeyr wek xelîfe da zanîn. Di wê demê de nav misilmanan de cenga hundur der ket û encax di 692an de Ebdûlmelîk xelifetî dîsa di destên Ûmeyyeyan de hîşt. Di wa dem3en cenga Hûndûr de Ebdûllah îbn Zûbeyr Mekke dest xwe xistî bû û di 691an de Hec bimefer nebû. Ji wê sedemê Ebdûlmelîk li Orşelîme Qûbbet ûs Sahra çêkir. Ji pê Ebdûlmelîk li hundur yekitî pêk anî re li der şunda dest bi dagir kirinan kir. Di 711an de rojhelata çemê Indus di 712an de Mawera ûn Nehîr hat dagir kirin. Li rojava jî di 711an de dagir kirina Endulus dest pê kir û heta sînorên Fransa hat dagir kirin.
Di wan deman de Konstantinopolis çend caran hate dorpêç kirin di (668 - 669), (674-678), (717-718)an de sê caran ji alîya Ereban hatî bû dorpêç kirin.
[biguherîne] Ruxîna Xanêdan
Di 718an de di pêşengîya Ebbasîyande dijberîya Ûmeyyeyan kom di bû. Wan navê xwe ji pismamê Mihemed pexember Ebbas îbn Ebdûl Mûttalib de girtî bûn. Ji bo Ûmeyyeyan ji Ereban re hewedarî dikir va dijberîya roj bi roj mezin dibû. Bi dawî di 747an de bi serdarîya Ebû Muslîm Ebbasîyan bi serfirazî serîhilda û di 750an de Merwan II û hevalbendên xwe hat bin xistin û Xelifetî derbaza Ebbasîyan bû.
[biguherîne] Ûmeyyeyan Endûlûs
Li pê binketina Ebbasî yek ji mîrên Ûmeyyeyan Ebdûrrehman II li ser Maxrêb re revîya Endulus û li wir di 756an de dewleta Ûmeyyeyên Endulusê saz kir. Di 929an de Ebdûrrehman III xwe wek xelîfe da zanîn û vê xelifetîye heta 1031an dewam kir.