Xurtanî (fîzîk)
Ji Wîkîpediya
Di fîzîkê da, Xurtanî nirixa bicihbûna karî an enerjî ya veguhastî ye. Bi gotineka dî, xurtanî enerjîya mezaxtî an pêdvî di yekîna demî da ye. Bi vî awayî, xurtanî (P) dibit kar (W) dabêşî demê (T).
[biguherîne] Yekîn
Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan anko SI da, xurtanî enerjî dabêşî demê ye. Di SIyê da, yekîna xurtanîyê wat e ko dibit jûlek dabêşî sanîyeyekê. Yekînên ne-SIyî yên xurtanûyê ev in: hespxurtanî (horsepower), Pferdestärke, cheval vapeur û pê-pawend di deqîqeyê da. Her hespxurtanîyek 33,000 pê-pawend di deqîqeyê da ne, anko xurtanûya pêdivî jibo pêyekî bilinkirina 550 pawendan di sanûyeyekê da. Ev jî beranberî 746 Watan e. Yekînên dî jî hene mîna dBm, pîvaneka logarîtmî ko hezaryeka Watê dikit bingehê pîvanê, û kalorî di çaxik anko seetê da ko zêdetir jibo zadî û bi awayê kîlokalorî anko hezar kaloriyan bikar dihêt.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».