Xizanî
Ji Wîkîpediya
Xizanî anko nedarî an hejarî zaravek e ko li goreyê gelek nihêrînan û pîvanan bi gelek awayên corbicor dihêt pênasekirin. Bi awayekê giştî, nebûna zad anko xwerekekê têra geşe (jînewerzanist) û saxlemî ya mirovî bikit, nebûna kincên ko mirovî ji tesîra derdorê biparêzin û nebûna cihekê manê û bêhnvedanê ko mirovî ji derdorê biparêzit û destvêranegehiştina bi sexbêrî ya saxlemiyê hemî dikarin wekî hîmanên pênasekirina xizaniyê bihên berçavgirtin. Lê nebûna perwerdeyê, nebûna îmkanên pêşdabirina aiyanên xwe û nebîna îmkanên haydarbûna li ser rewşa xwe jî dikarin di pênasekirina xizaniyê da hebin. Li goreyê Banka Cîhanî dahata kêmtir ji yek an du Dolarên Emrîkayî wekî xizaniyê dihêt pênasekirin.
[biguherîne] Awayên pîvan xizaniyê
Gelek awayên pîvana xizaniyê hene. Li gelek welatan derazînka xizaniyê wekî alavekî jibo niyasîna xelkên xizan dihêt bikaranîn.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
Kategorîyan: کورت | Aborî