>


Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Silhedînê Eyûbî - Wîkîpediya

Silhedînê Eyûbî

Ji Wîkîpediya


Wêne:Evolution-tasks.png Li vir ji yekî zêdetir gotar hene. Ji kerema xwe wan bike yek.

Selahadîn
Selahadîn
Selahadîn

Silhedînê Eyûbî (Selahedîn, Selaheddîn, Selahedîn Eyûbî, Simko) serleşkerê misilmanan bû li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filîstînê ji bo ola xwe biparêzin) û di bidestxistina bajarê Qudsê (Orşelîm) de û qewirandina xaçperestên Ewropî ji Rojhilata Navîn serketî bû.

Piştî ku Selahadînê Eyûbî di 4 adara sala 1193an de li Şamê wefat kir, Maldara(Dynastie) Eyûbî ya Kurd di heman salê de hilweşiya. Împaratoriya Eyûbî, ji aliyê Selehadînê Eyûbî ve di gulana sala 1175an de hate damezirandin.


Sultan Selahaddîn, sala 1138 li Tikrîtê hatîye dinê. Navê bavê wî Necmeddin el-Eyyubî bîn Şadî bin Mervanî ye. Malbata wî ji eşîreta Revadî ye û Revadî jî digihîjin Hîzbanîya. Derheqê piçuktîya wî da zêde tişt nayê zanîn. Gorî lêkolîna Dr.Ahmet el-Bilî, bavê Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Şerko ji Tikrîtê diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Imadeddîn el-Zengî dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Sala 1140’î da wexta ku Imadeddin el-Zengi Baalbekê zeft dike, bavê Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê. Piştî mirina El-Zengî, dibe qumandarê ordîya Şamê. Wê demê birê wî, Şerko jî qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn bin Imadeddin el-Zengî ye.

Zarokatîya Sultan Selahaddîn li Baalbekê derbas dibe. Xwendina xwe li wir diqedîne. Piştra bi bavê xwe ra diçe Şamê, li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Piştî xwendina xwe gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di demek kurt da jî dibe walîyê Şamê. Sala 1164’an da bi apê xwe Şerko ra diçe Misrê. Li wir têkilî şerê Bilbîsê dibe. Sala 1168’â da li dijî hukumdarê Filistîn Amorî ra şer dike û bajarê Iskenderîyê digre. Dijî êrişên ordîya Frenkan berxwe dide. Piştî lihevhatînê, bi apê xwe Şerko ra vedigere Şamê.

Piştî vegera wîya Şamê, ordîya Filistînê dikeve Misrê. Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar Sultan Nureddin, carek din Serko û Sultan Selahaddîn berê xwe didin Filistînê. Serko ordîya Frenk teslim digre, Savar dikuje û dibe wezîrê Adidi el-Fatim. Duh meh şunda piştî mirina Serko, Sultan Selahaddin 22 salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê El Fatimî. 25’ê Adarê sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El Melîk el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn lê dike û ordîya Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan Selahaddîn berê êrîşa Sudanî ya ku li ser welatê wi da hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya birayê xwe Turanşah bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê El-Quddus’l Şerîf û Filistînê.

Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra gilîyê Sultan Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin navbera wî û Sultan Nureddîn xirabikin. Sultan Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim li ba Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.

Sultan Selahaddîn, piştî mirina El Xelîfe el-Adid, sala 1172’an da dibe hukumdarê Misrê. Du sal şunda, sala 1174 da Sultan Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji Sultan Selahaddîn re ve dibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn dihesibîne.

Sultan Nureddin li ser erişên birê xwe yê bi navê El-Emîr Seyfeddîn el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan Selahaddin dixwaze. Sala 1175’an da Sultan Selahaddîn bi ordîya xwe êrişî Şamê dike, Şam, Humus û Hamayê digre û davê ser Halebê. Ser vê yekê El_Emîr Seyfeddîn bi Frenkîya ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît dike. Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê berî ordîya wan dide. Hemû bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da hene, digre û vedigere Şamê. El Xelîfe el-Bagdadî, sala 1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn dike. Bi navê wî pere derdikeve û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.

Bi alîkarîya birê wî Turanşah Yemen û Aden jî dikeve bin hukumdarîya Sultan Selahaddîn. Sala 1178’an da bi Frenkîyan ra dikeve şerekî giran û bi zaîyatek mezin şer winda dike. Lê di zemanekî kurt da ji bo heyfa xwe carek din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê berî Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piştî wî şerî sunda berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li hukumdarîya xwe girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve. Carek din dîsa berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê. Sala 1185’an da cara duduya êrişî Musulê dike. Piranîya Mezopotamyayê û Kudistanê dike bin hukumdarîya xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî cîyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wîyê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Sultan Selahaddin li Filistîn e

Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve çêbibu, dide alikî û sala 1186 da erişê hecîya dike. Ser vê yekê Sultan jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe dide Filistînê. Salek şunda, sala 1187 da li Hutînê ordîya Frenk ji hev bela dike û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha Recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdarîya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.

Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê da dijîyan, bê tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên Frenkan jî, derheqê Sultan Selahaddîn da gelek tiştên baş dinivîsînin.

Ser girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade dikin û berê wî didin Filistînê. Ordîya wan wexta ku êrişî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiştek nakin.

Ordîya Frenk, serîda tê Akkayê û wir işgal dike. Ordîya Sultan jî, alîkîda dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî şunda dikişe. Dawîya şer da Akka dikeve destê Frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa Sultan û ya Frenka jî eşkere tê xuyakirin.

Şerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc sal berdewamdike. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. 2 Ilonê sala 1192 an da navbera wan da peyman çêbdibe, gorî wê peymanê Sultan Selahaddîn ji şer muzzafer derdikeve û vedigere Şamê. Ser hatina Hacac ya Şamê, Sultan diçe pêşîya wî, lê di rê da nexweş dikeve. 4 Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya xwe da wefat dike. Sultan Selahaddîn li Camîya Ummeyê de tê definkirin.

Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji van 17ê wan kur yek jî qîz bû.

[biguherîne] Kirinên wî

  1. Şerê dijî ordîya Frenk qezenckir û yekitîya emirên misilmanan çêkir.
  2. Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
  3. Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi rewşek baş domand.
  4. Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu.
  5. Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîyê. Wexta ku walîyê Şamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye, nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jîyana koşk û sera be.“

Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal, milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje; „Piştî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“

Mirovên di bin hukumdarîya wî da dijîyan, wî wek mirovek bi şewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdarîya wî da, şînek mezin kirin.

Jiyana wî di şer da derbas bu. Di saxî û nexweşîya xwe da tim li ser pişta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku pîyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweş dihesibînim.“

[biguherîne] Wesîyetê wî

Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e“

Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidîyê bike.“


[biguherîne] Gotinên ji bo wî

Imparatorê Alman, piştî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweşim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû.“

Berî şerê navbera wî û Xaçlîya, Qumandarê ordîya Xaç Perest Richard (Richardê dil Şêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“ Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wîyê baş tên rêzkirin.

Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla wî bû“.

Jiyana Selahaddîn Eyubî di şer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.

  1. El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba Imam Şafii hatîye avakirin.
  2. El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
  3. Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatîye avakirin.
  4. Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye avêtin.
  5. Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye inşakirin.
  6. Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li başurê Kahirê li ser bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.

çavkanî: Malpera NavKurd (http://www.navkurd.net)


Selahadîn ji eşîra Rewadî (herêma Serheda jorîn) ye. Navê bavê wî Necmedîn Eyûbî ye. Selehadîn ku perwerdeyeke pir baş a olî û leşkerî stendibû, di sala 1165an de ji Misirê re weke wezîr hate hilbijartin. Selehadîn, di gelek qademeyên rêvebiriyê de xizmên xwe bi cîh kir û rewşa xwe ya li Misirê zexm kir. Selehadîn, li hemberî êrîşên hevbeş ên Fransiz û Bîzansiyan serkeftinên mezin bi dest xist û di cîhana Îslamê de bû yek ji serok û wezîrekî ku pir tê hijêkirin. Di kanûna 1171an de, bi arîkariya apê xwe Şêrkuh dawî da xelîfetiya Fatîmê Misirê ku 200 sal hukum ajotiye. Bi tevî artêşekî di bin rêvebiriya birayê xwe Tûran Şah, di nava demeke din de Hîcaz, Yemen, Aden û Mekkeyê bi destxist. Hukumdariya Eyûbiyan ya li vê derê ji 50 salî zêdetir ajot.

Piştî ku Qralê Suriyê Nûreddîn di 13 Gulana 1174an de mir, Selehadîn bi tevî artêşekê vegeriya Suriyê û wir xist bin hukumdariya xwe. Xalîfeya Abbasî ya li Baxdayê, di gulana sala 1175an de qraltiya Selehadînê Eyûbî qebûl kir û bandora wî ya li ser erdên ku fetih kiriye, nas kir. Selehadîn, bajarê Mûsilê jî girt û dawî da Atabekên Mûsulê, her wiha sînorên welatê xwe heta Çemê Firadê fireh kir. Begitiyên biçûk ên li Mezopotamya Jor xiste bin desthilatiya xwe. Sînorên Împaratoriya Eyûbî, li rojhilat heta Çemê Dîcleyê, li bakur heta tuxûbê Ermenîstanê, li başûr heta Yemenê, li rojava jî heta Tûnusê dirêj dibû. Di sala 1187an de bajarê Qudsê ji destê xiristiyanan girt û ev yek bû sedem ku di cîhana îslamê de bandoreke mezin bi dest bixe. Selehadîn, bi doktirîna Sûnnî ya Îslamî gîhabû û Sûnnîtî weke mezhebê fermî yê dewleta Eyûbî îlan kir. Ji ber reformên ku dîn de çêkir, navê wî ku berê Yusuf bû, weke kesê ku dîn sererast kiriye ango weke "Selehadîn" hate guhertin. Di dema Eyûbiyan de pir kêm nivîskar, helbestvan, zanyar û rewşenbîrên Kurd gîhîştin. Îzzedîn Elî, Necmeddîn Ebû Saadet, Îbnûl Esîr El Cezerî (Nasrûllah) ji van, çend kes in.

Selehedînê Eyûbî di 4ê adara sala 1193ê yê de diçe ser heqiya xwe. Gora qumandar û siltanê kurd li Şamê, li hewşa mizgefta Eyûbî ye. Sultan Selaheddînê Eyyûbî (Ji Wefayat el-E‘yana Îbn Xellîkan)


Ebû-l-Muzaffer Yûsyf îbn (kurê) Eyyûb îbn Şazî yê ku bi nasnavê (bernavkê) Melîk el-Nasir Selaheddîn bi navkirî ye û xwdîyê welatên Misir, Şam, Berfirat û Yemenê bûye. Her di vê kitêbê de behsa bavê wî Eyyûb û komek ji zarûyên wî, apê wî Esededdîn Şêrkoh, birayê wî melîk el-Adil Ebû Bekr Muhemmed û hinek ji zarûyên wî [Adil] û hinekî din ji malbata wî derbas bû. Selaheddîn bi xwe navgîna pevgirêdanê bûye û ji xwe pêwîstîya nav û dengê wî jî bi danenasînê tine, çiku ew jê mezentir e.


Dîroknas hevraman in ku bavê wî û malbata xwe ji xelkê Duwînê ne ku bajarekî piçûk yê deverên Azerbaycanê ye û dikeve hêla Erren û Gurcîstanê. Ew bi xwe Kurdên Rewadî ne ku bavikek ji hoza mezin ya Hezebanîyan [Hezbanîyan] e û ji xwe ew jî eşîreke [pirr] mezin ya Kurdan e.

Zilamekî bîrewer î serwextê bi gotinên xwe ku ew bi xwe jî ji Duwînê1 ye ji min re got: “Nêzî Duwînê Gundekî bi navê Ecdeneqan heye ku temamê xelkê wê Kurdên Rewadî ne û Eyyûbê bavê Selaheddîn li wê derê hatîye dinê. Şazî rabûye bi her du kurên xwe: Esededdîn Şêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ve berê xwe daye Bexdadê û ji wê derê jî pêkve daketine Tikrîtê. Şazî li wê derê mirîye, gora wî di nav bajêr de ye û kumbetek jî li ser gora wî ye.”


Min li pey neseba wan gelekî kudand û ez lê gerîyam lê min kesekî din ku piştî Şazî navê bavekî wî yê din zanibe nedît. Ez rastî gelek weqfên li ser navê Şêrkoh û Eyyûb hatim lê dîsa min tê de ji Şêrkohê kurê Şazî û Eyyûbê kurê Şazî pê ve yekî din nedît. Lêbelê ji malbata wan hinek kesên mezin ji min re gotin ku: “Ew Şazîyê kurê Merwan e” û ji xwe min jî ew di babeta Eyyûb û Şêrkoh de nivîsîye. Min di tezeke ku Huseyn îbn Xerîb îbn ‘Umran el-Hereşî nivîsîbû de dît ku [neseba wan] weha rêz dike: “Eyyûb îbn Şazî, îbn Merwan, îbn Ebû Elî, îbn ‘Entere, îbn el-Hesen, îbn Elî, îbn Ehmed, îbn Ebû Elî, îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz, îbn Hedbe (Hudbe?), îbn el-Huseyn, îbn el-Haris, îbn Senan, îbn ‘Emr, îbn Murre, îbn Xewf, îbn ’Usame, îbn Beyhes, îbn el-’Haris ê hevalê el-’Hemmale, îbn ‘Ewf, îbn Ebî ’Harîse, îbn Murre, îbn Nuşube, îbn Xeyz, îbn Murre, îbn ‘Ewf, îbn Se‘îd, îbn Zebyan, îbn Bexîz, îbn Reys, îbn Xetfan, îbn Se‘d, îbn Qeys ‘Îlan, îbn Îlyas, îbn Mudirr, îbn Nezar, îbn Me‘d, îbn ‘Ednan.” Piştre pê ve çûye heya ku gihîştandîye Adem silavên Xwedê lê bin û di pey de dîyar kirîye ku ji bo Elî îbn Ehmed îbn ’Ubeyy îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz hatîye gotin ku Mutenebbî (şaîrekî Ereban yê navdar e – E. N.) pesnê wî daye û gotîye: “Ew bi nasnavê el-Xorasanî tê nasîn. Ji nav helbesta wî malika li ser ev e:

Gava Elîyê kurê Ehmedê payebilind çû toz û dûman bi hewa ket


Herîse îbn ‘Ewf îbn Ebî ’Harîseyê hevalê ’Hemmale ew e ku derhûdîya xwînê di navbera ‘Ebbese û Zebyan de kirîye. Di xwîndayînê de birayê Herem îbn Senan Xarîce îbn Senan jî pişkdarî kirîye û Zuheyr îbn Ebî Selmî el-Mezenî li ser wan çend qesîde gotine, çend rist ji wan ev in:

li ser dewlemendên wan mafê bûyer biservehatîyan heye,

û li nik belengazên wan xweşbînî û cangorîtî heye

Ma ji darrimê pê ve rim şîn dibe û di koka wê de bes xurme tê çandin?”


Ev dawîya tiştê ku di tezê de bû; wî ew pêşkêşî Melîk el-Mu‘ezzem Şerefeddîn Îsa îbn Melîk el-Adil ê xwedîyê Şamê kirîye û wî jî bi kurê xwe Melîk Nasir Selaheddîn Ebû-l-Mefaxîr Dawid îbn Melîk el-Mu‘ezzem re lê guhdarî kiîyer. Ji bo guhdarîkirina wan wî ew di dawîya receba sala 619/tebaxa 1222yan de nivîsîye.” Xwedê çêtir dizane û li vê derê tiştê ku min ji tezê guhazt jî qedîya.

Min di tarîxa Helebê ya ku qazî Kemaleddîn Ebû-l-Qasim ‘Umer îbn Ehmedê ku bi Îbn el-‘Edîm el-Helebî navdar e, daye hev de dît ku piştî behsa cudahîyên di neseba wan de weha dinivîse: ”Şahê Yemenê Mu‘îz Îsmaîl îbn Seyfu-l-Îslam îbn Eyyûb xwe gihîştandîye Emewîyan û doza xelîfetîyê kirîye”. Min ji zanayê me qazî Behaeddînê navdarê bi Îbn Şeddad bihîst ku Sultan Selaheddîn ev yek nana kirîye û gotîye: ”Yekcar tu bingeh ji vê gotinê re nîne”.


Vêca zanayê me Hafiz ‘Îzeddîn Ebû-l-Hesen Elî îbn Muhemmedê navdarê bi Îbn el-Esîrê Cizîrî yê xwedîyê tarîxa mezin, di tarîxa xwe ya piçûk ya ku li ser dewleta Atabegên Mûsilê nivîsîye de, di babeta Esededdîn Şêrkoh û çûna wî ya Misrê de gotîye: ”Her du kurên Şazî: Esededdîn Şêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ku birayê mezin e, ji bajarê Duwînê û ji Kurdên Rewadî ne, ew hatine Îraqê û ketine ber xizmeta esayîşgêrê Îraqê Mucahîduddîn Behrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî.”


Ev Mucahîduddîn koleyekî Rûm yê rengspî bûye û ji alîyê Sultan Mes‘ûd îbn Xîyaseddîn Muhemmed îbn Melîkşahê Selçûqî ve ku behsa wî, bavê wî, û hinek ji malbata wî hate kirin, li ser esayîşgêrîya Îraqê hatîye danîn. Ew di karê bikêr î hêja de û di avakirina welatan de bi koşiş bû, di camêrî, maldan, hemberîya qencîyê û lêkudandina [di armanca xwe de] – gava jê bi paşve dihat xistin- xwedîyê dilekî fireh û samaneke zahf bû. Tikrît meraxeya wî bû û ew jî xizmetkarê Muhemmedê bavê Mes‘ûdê navbihurî bû. Wî li Bexdadê tekyayekê (dergahekî) ava kiribû û weqfên hêjayî li ser danîbû. Ew roja çarşemê di 23yê receba sala 540/kanûna 1145an de mir.

Behrûz: peyveke bîyanî ye bi maneya rojeke xweş e lê li gorî qaîdeyê zimanê wan paş û pêş bûye yanî xweşroj.


Zanayê me Îbn el-Esîr gotîye: ”Mucahîduddîn di Necmeddîn Eyyûb de hişmendî, raydarî û xuyekî qenc dîtîye û ew kirîye duzdarê Tikrîtê ku hingê meraxeya wî bûye.”

Duzdar: bi xwe peyveke bîyanî ye; duz: bi maneya kele ye; dar: parêzgar/parêzkar e, duzdar: pêkve dibe parêzgarê kelê yan jî walî.

”Ew bi birayê xwe Esededîn Şêrkoh ve çûye wê derê û gava Atabegê şehîd Îmadeddîn Zengî li Îraqê ji ber Qeraca şikîyaye”, - ew bûyereke navdar e ku kurtîya wê ev e: Mes‘ûd îbn Muhemmed îbn Melîkşahê Selçûqî ku behsa wî bihurî û Îmadeddîn Zengîyê xwedîyê Mûsilê di wextê xelîfe Musterşîd de çûne avêtine ser Bexdadê û dora wê girtine. Wî jî şandîye pey Qeraca el-Saqîyê ku navê wî Birs bûye û xwedîyê welatê Faris û Xuzîstanê bûye û jê hawar xwestîye. Ew hatîye hewara wî û êrîşî leşkerê wan kirîye, ew ji ber şikîyane û têkçûne. Wî [îbn el-Esîr] di Tarîxa dewleta Selçûqî de dîyar kirîye ku: ”Ew di roja pêncşemê 12ê rebî‘elaxera sala 526/2yê adara 1132yan de li Tikrîtê bûye”. ‘Usame îbn Munqizê ku behsa wî [di jînenîgarîya wî de] bihurî jî di kitêba xwe ya li ser welat û şahên zemanê xwe de gotîye ku: ”Ew di tarîxa dayî de bi Zengî re bûye”, wî ev di du cihan de daye: yek di babeta Erbîlê de û ya din jî di mijara Tikrîtê de -.


Em vegerin ser cihê ku em lê mabûn: ”hingê Zengî revîyaye gihîştîye Tikrîtê û Necmeddîn Eyyûb jî jê re xizmet kirîye, keştî (kelek?) amade kirîne ku bi hevalên xwe ve bi wan li Dîcle derbas bin. Wî qencî jî bi wan re kirîye û ew şandine cihên wan. Gava ev nûçe gihîştîye guhê Behrûz, wî xeber şandîye ser Necmeddîn, lome lê kirîne û jê re gotîye: ”Çawa te neyarê me girtîye, çêyî pê re kirîye û ew berdaye?” Demek piştre gava Esededdîn li Tikrîtê zilamekî ku di navbera wî û Esededdîn de devçengî derketîye, kuştîye hingê Mucahîduddîn şandîye wan ji Tikrîtê derxistîye. Wan jî qesta Îmadeddîn Zengîyê ku wê gavê xwedîyê Mûsilê bûye kirîye. Îmadeddîn jî xizmeta ku jê re kiribûn bi bîr anîye û qencî bi wan re kirîye, meraxeyên hêjayî daye wan û ew jî ketine nav koma serdarên wî. Gava Îmadeddîn Ba‘lebekê vegirtîye hingê Necmeddîn kirîye duzdarê wê û dema Zengî hatîye kuştin jî ku ev yek di babeta wî de bihurî, leşkerê Şamê dora wê girtîye”.


Xwedîyê Şamê yê hingê Mûcîruddîn Ebeq îbn Muhemmed îbn Bûrî îbn Atabeg Zahîreddîn Tuxtekîn bû ku Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî piştre li Şamê ew xistîye hesarê û ew der jê sitandîye.

Zanayê me Îbn el-Esîr domandîye: ”Necmeddîn Eyyûb xeber şandîye pey Seyfeddîn Xazî îbn Zengî yê xwedîyê Mûsilê ku piştî bavê xwe bûbû desthilatdar, ew ji rewşê agahdar kirîye û leşker jê xwestîye da ku xwedîyê Şamê ji ser rabe. Bes hingê Seyfeddîn Xazî di destpêka desthilatdarîya xwe de bûye û bi sererastkirina desthilatdarên der û dorên xwe ve lepikî bûye; [ji ber vê yekê jî] nikaribûye leşker jê re veqetîne û her ku çûye cih jî li yên Ba‘lebekê teng bûye.


Wextê Necmeddîn ev rewş dîtîye tirsîya ku ew bi darê zorê were vegirtin û rabûye xwestîye ku kelê bi meraxeyekê biguherîne. Xwedîyê Şamê ev yek pejirandîye, jê re sonda meraxeyê xwarîye û keleyê teslîm girtîye. Xwedîyê Şamê sozê xwe yê meraxe û pêşengîyê anîye cih û ew [Eyyûb] bûye mezintirîn serdarê wî. Birayê wî Esededdîn Şêrkoh jî piştî mirina Zengîyê bavê Nûreddîn ketîye ber xizmeta [hêza] Nûrîyye.” [Navê hêza Nûreddîn Zengî ya leşkerî bûye –E. N.]


Ew Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî yê xwedîyê Helebê bû. Ji xwe ew [Şêrkoh] di dema bavê wî de jî di ber xizmeta wî de bû. Ji ber ku Nûreddîn di cengê de mêrxasî û dilêrîya wî ya zahf û derbên wî yên zirp ku ji kesî din nedihat dît, rabû ew nêzî xwe kir, Humus, Rehbe û deverên din bi meraxeyî dayê û ew kire fermandarê sîpaha xwe.

Zanayê me Îbn el-Esîr piştî vê dest bi rêwingîya Esededdîn ya ber bi welatên Misrê ve û tiştê ku li wê derê li wan qewimî û bi serê wan ve hat dike lê ev der ne cihê vê babetê ye. Nexwe em ê serpêhatîya Selaheddînê xwedîyê vê jînenîgarîyê ji despêka rewşa wî heya dawîya wê bi destûra Yezdanî temam bikin. Her weha em ê bûyerên welêt û rewşa wan ya wê derê jî, çendî ku di babeta Şêrkoh de hinek jê bihurî be jî lê min ew bitevayî negotîye ji ber ku min dê - bi destûra Xwedê - li vê derê bigotina, dîyar bikin.


Bisporên dîrokê bûne yek ku Selaheddîn di sala 532/1137-38an de li kela Tikrîtê hêja bav û apê wî li wê derê bûne hatîye dinê. Ya rastî ew piştî bûna Selaheddîn ji demeke hindik pê ve li wê derê nemane. Lewra bihurî ku gava Necmeddîn û Esededddîn ji Tikrîtê derketine – çawa ku me şirove kir – çûne cem Îmadeddîn Zengî, wî pêşwazîya wan kirîye, qedrê wan girtîye û çêyî bi wan kirîye. Piştre Îmadeddîn çûye ser Şamê dora wê girtîye lê bi ser neketîye; ew ji wê derê zivirîye ser Ba‘lebekê dora wê jî girtîye û çend heyvan li ser maye heya ew di 12ê manga seferê ya sala 534/9ê çirîya 1139an de sitandîye. Çawa ku ’Usame îbn Munqizê ku behsa wî bihurî jî di kitêba xwe ya li ser welat û şahan de ev yek dîyar kirîye.


Her weha Ebû Ye‘la ‘Hemze îbn Esed ku navdarê bi Îbn el-Qelanîsî el-Dimeşqî ye jî di tarîxa xwe ya ku kirîye dêla [berdewama] tarîxa Ebû Huseyn Hîlal îbn el-Sabî de gotîye: ”Zengî di roja pêncşemê ya 20ê meha zilhecceyê ya sala (5)33/17yê tebaxa 1139an de dora Ba‘lebekê girtîye”. Piştre di destpêka bûyerên 534/1139an de jî gotîye: ”Nûçeya valebûna Zengî ji lihevrastkirina Ba‘lebekê (Baalbek:Heliopolis) û keleya wê û nûavakirina cihên wê [kelê] yên xerabe hatîye”. Xwedê çêtir dizane!


Ger ku weha be ew di beşê mayî yê sala (5)32/1137-38an de ku Selaheddîn tê de bûye derketine, yan jî di sala (5)33/1138-39an de; çiku ew [demekê] li Mûsilê li cem Îmadeddîn mane lê piştre gava dora Şamê girtîye, dûvre jî ya Ba‘lebekê û ew vegirtîye û Necmeddîn Eyyûb jî danîye ser hingê çawa ku me got, destpêka salên (5)34/1139-40î bûye. Li gorî vê jimartinê dîyar dibe ku derketina wan ji Tikrîtê bi nêzîkayî di wextê gotî de bûye, lê Xwedê çêtir dizane.


Yekî ji malbata wan ku min jê pirsî: ”Ka ew kengê ji Tikrîtê derketine?” Ji min re weha got: ”Min ji hinek mirovên me pirsî ku digotin: ‘Ew roja bûna Selaheddîn derketine û wê [rojê] bêoxir û bêyom dîtine lê yekî ji wan gotîye: ‘dibe ku xêr tê de hebe lê hûn pê nizanibin” û weke wî jî derket, bes Xwedê çêtir dizane.


Selaheddîn heya dema xamebûna xwe jî di bin baskê bavê xwe de bûye. Gava Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî di tarîxa ku di jînenîgarîya wî de hate dayîn, de Şamê vegirt hingê Necmeddîn Eyyûb kete ber xizmeta wî û her weha kurê wî Selaheddîn jî. Ji xwe [ji hingê ve] hêvîyên dilşadîyê tê de xuya dikirin û mîrzayîyê ew ji rewşekê ber bi rewşeke din ve diber; çavê Nûreddîn jî timî li ser bûn û tesîrê lê dikir. Selaheddîn jê fêrî riyên baş, karên qenc û têkoşana cîhadê (cenga pîroz?) dibû ta ku ji bo çûna ber bi welatê Misrê ve bi apê xwe Şêrkoh re kar bû, çawa ku em dê bi destûra Yezdan rave bikin.


Min di hinek dîrokên Misrîyan de dît ku Şawurê behsa wî [di babeta wî de] bihurî ji welatê Misrê ji ber melîk Mensûr Ebû-l-Eşbal Dîrxam îbn ‘Amir îbn Sewarê navdarê bi Ferrase-l-Muslimîn el-Lexemî el-Munzirî ku dest danîbû ser welatê Misrê, zor lê kiribû û weke adetê wan yê hercar cihê wî yê wezîrtîyê jê sitandibû û kurê wî yê mezin Teyy îbn Şawur jî kuştibû, revîyaye. Ew rabûye wî di remezana sala 558/tebaxa 1163yan de berê xwe daye Şamê û hawara xwe gihîştandîye melîkê dadimend Nûreddîn Ebû-l-Qasim Mehmûd îbn Zengî.

Ew di 23yê zîlhîcceya/21ê teşrîna wê salê (558/1163) de gihîştîye Şamê, Nûreddîn pê re serdar (mîr) Esededdîn Şêrkoh Îbn Şazî bi hinek leşker ve ku Selaheddîn jî - çendî ku bê dilê xwe be jî - di ber xizmeta apê xwe de di nav wan de bû, şandîye.

Du armancên Nûreddîn bi şandina vî leşkerî hebûn: yek jê lêvegerîna mafê Şawur bû ku xwe lê girtibû û hawara xwe anîbû wî. Ya diduyan jî bidestxistina hinek agahdarî li ser rewşa Misrê bû ku berê li ser qelsîya hêzên wê yên leşkerî û kêmasîyên wê hinek nûçeyên neyekser dihatin guhên wî; vêca bi vê cewetê wî dixwest ku rastîya wê hîn bibe. Ji xwe ew ji ber mêrxasî, çeknasî û ewleyîya Şêrkoh zahf pê bawer bû û ji ber vê yekê jî wî ew zû bi rê kir. Şêrkoh jî kurê birayê xwe Selaheddîn kire pêşengê leşkerê xwe û Şawur jî bi wan re ew di meha cemadelulaya sala (5)59/adara 1164an de ji Şamê derketin û di meha recebê ya wê salê (gulan 1164) de ketin Misrê û dest danîn ser kar û barê wê.

Çendî ku Zanayê me Qazî Behaeddîn Ebû-l-Mehasin Yûsufê navdarê bi Îbn Şeddad ku behsa wî [di jînenîgarîya wî de] derbas bû di kitêba xwe ya ”Sîret Selaheddîn” de gotîye: ”Ew di diduyê cemadelaxera sala 558/8ê gulana 1163yan de ketine Misrê” jî lê gotina pêşî rasttir e. Lewra el-’Hafiz Ebû Tahir el-Sîlafî di Mu‘cem el-Seferê de dîyar kirîye ku Dîrxam îbn Sewar di sala 559/1163yan de hatîye kuştin û ji bilî vê jî lê zêde kirîye: ”Di roja îna 28ê cemadelaxera vê salê (559/nîsan 1164) de li şehîdgeha (pakrewangeha) stîya Nefîse - Xwedê jê xweş be – ku di navbera Qahîre û Misrê de bûye, serê wî jê kirine, ew di serê rimekê de gerandine û cendekê wî sê rojan li wê derê li ber sa û kûçikan maye lê paşê li Birka Fîl hatîye veşartin û kunbetek li ser hatîye avakirin.” Ew kunbet heya niha jî di cihê xwe de, di bin tatekî şekilberan de nûkirî dimîne. Min dît ku tê de hinek rebenên telîsliber diman.

Ji xwe hatîye gotin jî ku: ”Dîrxam di receba 559/gulana 1164an de hatîye kuştin”. Ma dema her kes hemfikir e ku Dîrxam piştî gihîştina Esededdîn Şêrkoh û Şawur a Misrê hatîye kuştin nexwe nabe ku ew di 558/1163-64an de hatibin Misrê; çiku di kuştina Dîrxam ya sala 559/1163-64an de tu cudahî tine û ew di destpêka gihîştina wan de bûye jî. Her weha ’Hafiz el-Selefî jî ku ew di destpêka gihîştina wan de li wê derê bûye weha agahdarî daye û ew ji her kesî çêtir serwextê bi van karan bû, çiku ew pisporîya wî bû û ji her kesê [ku qal kirine] bicihtir bû.

Vêca dema Esededdîn û Şawur gihîştin Misrê, dest danîn serê, Dîrxam kuştin û Şawur jî gihîşte mexsed û miradê xw, li ser cihê (meqamê) xwe rûnişt, karê xwe domand û nigên wî erd girtin hingê xedrê bi Esededdîn Şêrkoh re kir û li hemberî wî ji Frengan alîkarî xwest û pêkve di Bilbîsê de dora wî girtin. Lê heya hingê Eseddîn jî rewşa welêt dîtibû û fêm kiribû ku welatekî bêkes û bêxwedî ye û kar û barê wî xweser bi dek dolaban bi rê ve diçe. Çendî ku dilê wî bijîyayê jî lê dîsa ew di 24ê zîlhecceya (5)59/12ê teşrîna 1164an de zivirî Şamê. Zanayê me Îbn Şeddad gotîye: ”27zîlhecceya (5)58/ 15ê teşrîna 1163yan”, lê ew her li ser bingehê agahên xwe yên ku ketina wan ya Misrê di 558/1162-63yan de bûye, maye. Esededdîn demekê li Şamê ma lê timî li rîya vegera xwe ya Misrê difikirî, xwe weke melîkê wê didît, û heyanî sala 562/1166-67an jî bi Nûreddîn re li ser danîna bingehên wê gotûbêj dikir. Ev behs û bazar û dilbijîna wî gihîşte guhê Şawur, ew tirsîya û têgihîşt ku Esededdîn dê bivênevê herê. Ew rabû wî ji Frengan re nivîsî û bi wan re li hev kir ku ew werin welêt û xwe bi temamî tê de bi cih bikin da ku pê re kokbirrê ji neyarên wî re bînin.

Nûçeya hevnivîsîn û lihevkirina navbera Şawur û Frengan gihîşte Nûreddîn û Esededdîn, wan paxav kir ku ger ew Misrê zeft bikin dê bi rîya wê dest deynin ser welatan hemî jî. Esededdîn rabû xwe amade kir, Nûreddîn jî leşker dayê û Selaheddîn jî ji xwe di xizmeta apê xwe Esededdîn de bû. Bi rêketina wan ji Şamê di rebîelulaya sala 562/kanûna 1166an de bû ku Esededdîn û Freng bi hev re di yek demê de ketin welêt. Şawur û Misrî jî giş bi Frengan ve li ser Esededdîn bûne yek û di nav wan de gelek ceng û bûyerên mezin qewimîn. Dawîyê Freng ji welêt derketin û Esededdîn jî zivirî Şamê.

Sedemê vegera Frengan girtina Nûreddîn tevî leşker bi ser welatê wan ve bû û di receba wê salê de sitandina Menîterê bû. Freng bi vê hisîyan, ji welatê xwe tirsîyan û zivirîn serê. Sedemê zivirîna Esededdîn li Şamê jî qelsîya leşkerê wî ji ber êrîşên Freng û Mîsrîyan, tadeyîya lê û xayîleyên ku derxistin pêşîya wî bû, lê dîsa jî heya ku wî bi Frengan re li hev nekir û wan hemîyan ji Misrê dernexist ew venegerîya. Ew di dawîya salê de zivirî Şamê lê niha tirsa vegirtina Frengan ya Misrê jî dabû ser dilbijîna wî, çiku wî dizanibû ku êdî wan jî mîna wî ew der keşif kirine û rê û dirbên wê naskirine. Ew bê dilê xwe li Şamê ma lê xemgîn bû û diqilqilî. Çarenûsê ew ber bi tiştekî ku ji hinekî din re hatibû biryardan lê haya wî jê tinebû, ve dikişand. Vegera wî ya Şamê di zilqadeya/tebax-îlona vê salê de bû, her weha hatîye gotin jî ku ew di hijdehê şewala/heftê tebaxa salê de zivirîye, lê Xwedê çêtir dizane.

Min di hinek destxetên xwe ku nizanim min ew ji ku veguhaztine, de dît ku gava dilê Esededdîn bijîya welatê Misrê hingê ew di sala (5)62/1166-67an de di rîya Wadî-l- Xezlanê (Newala Xezlanê) de çû û di nik Îtfî’hê de [li Nîlê derbas bû û di hêla rojava de] derket ku bûyera el-Babeynê (Herdu derîyan) ya cem Eşmûneynan (herdu Eşmûnan) jî hingê qewimî.2 Selaheddîn berê xwe da Îskenderîyeyê û xwe tê de parast û Şawur jî di cemadelaxera/adara vê salê de dora wî girt. Piştre Esededdîn jî ji hêla Se‘îdê vegerîya Bilbîsê û li wê derê ew û Misrî li hev hatin, wan Selaheddîn ji hesarê berda, [ew çû gihîşte wan] û pêkve zivirîne Şamê.


< Static Wikipedia 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

span style="font-weight: bold;">Our
"Network":



Project Gutenberg

href="https://gutenberg.classicistranieri.com">https://gutenberg.classicistranieri.com



Encyclopaedia Britannica 1911

href="https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com">https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com



Librivox Audiobooks

href="https://librivox.classicistranieri.com">https://librivox.classicistranieri.com



Linux Distributions

https://old.classicistranieri.com



Magnatune (MP3 Music)

href="https://magnatune.classicistranieri.com">https://magnatune.classicistranieri.com



Static Wikipedia (June 2008)

href="https://wikipedia.classicistranieri.com">https://wikipedia.classicistranieri.com



Static Wikipedia (March 2008)

href="https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/">https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/



Static Wikipedia (2007)

href="https://wikipedia2007.classicistranieri.com">https://wikipedia2007.classicistranieri.com



Static Wikipedia (2006)

href="https://wikipedia2006.classicistranieri.com">https://wikipedia2006.classicistranieri.com



Liber Liber

href="https://liberliber.classicistranieri.com">https://liberliber.classicistranieri.com



ZIM Files for Kiwix

https://zim.classicistranieri.com





Other Websites:



Bach - Goldberg Variations

https://www.goldbergvariations.org



Lazarillo de Tormes

https://www.lazarillodetormes.org



Madame Bovary

https://www.madamebovary.org



Il Fu Mattia Pascal

https://www.mattiapascal.it



The Voice in the Desert

https://www.thevoiceinthedesert.org



Confessione d'un amore fascista

https://www.amorefascista.it



Malinverno

https://www.malinverno.org



Debito formativo

https://www.debitoformativo.it



Adina Spire

https://www.adinaspire.com




atOptions = { 'key' : 'e601ada261982ce717a58b61cd5b0eaa', 'format' : 'iframe', 'height' : 60, 'width' : 468, 'params' : {} };

Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com