Molière
Ji Wîkîpediya
Jean-Baptiste Poquelin, an bi navê xwe yî navdar Molière (15'ê rêbendanê 1622 – 17'ê reşemiyê 1673) yek ji nivîskarên şanoyê û şanogerên Frensî yê navdar e.
Di dibistana College de Clermont de perwerdeyê dibîne. Di sala 1643an de komek şanoyê ya bi navê Illustre Theatre dadimezirîne û navê Moliére li xwe dike. Di demeke kurt de Moliére û koma xwe navdar dibin û heya bigire ji bo palasa keyê Frensî leyîstikan pêşkêş dikin. Di warê şanogeriya komediyê de gavên mezin diavêje û herçendî rastî rexneyên tûj tê jî riya xwe didomîne.
Moliére pirranî nivîsên xwe ji bo leyîstinê nivîsiye. Ji jiyana rojane sûdwergirtiye, bi diyalogên rojane leyîstikên têr pisporî afirandiye.
[biguherîne] Hin ji leyîstikên Moliére
- Les Femmes savantes - Jinên qurre
- Le Bourgeois gentilhomme - Gundiyê bûrjûwa
- L'Avare - Tema
- Le Misanthrope - Zilamok
- L'Ecole des femmes - Dibistana Jinan
- L'Impromptu de Versailles - Versayname