Klînîk Psîkolojî
Ji Wîkîpediya
Bi pirranî gava behsa psîkologiyê an psîkologan tê kirin, dîmenê klînîk psîkologan tê ber çavan. Lê klînîk psîkologî tenê şaxeke psîkologiyê ye. Bi naskirin, şîrovekirin û tedawiya nexweşiyên psîkologîk re bilî dibe. Kesên psîkolog perwerdeya psîkologî û psîkoanalîtîkê dîtine lê di warê bijîşkî, anatomî û nexweşiyên bingeh-organîk de ne pispor in. Nexweşiyên bingeh-organîk karê psîkîatrîyê ye.
Klînîk psîkolog pirranî di nexweşxaneyan de bi psîkîyatrîstan re dixebite û di tedawîkirina nexweşiyên giran wekî şîzofreniyê de jî cihdigire. Dîsa di klînîkên xwe yên taybet de bi tedawîkirina nexweşiyên ne bingeh-organîk re bilî dibin. Testên psîkologîk, rêbaza psîkoanalîz , hîpnotîzma hwd alavan bikartînin. Psîkolog nikarin dermanan bidin.