Kirmanciye
Ji Wîkîpediya
Kirmanciye binavkirineke ji bo herêmên lê Kirmanckî (Dimilkî, Zazakî, Ginî, Kirdkî) tê axavtin e. Pirranî di stranan de tê bikaranîn. Li herêma Dersîmê hin caran di wateya "Dersîm" de jî tê bikaranîn.
Ji aliyê sosyolojîk ve ji herêmên ku çand û baweriya Dêrsîmê (Îtîqadê Dersîm) lê dijî tê bikaranîn. Herçendî Kurdên Kurmancî diaxivin li Sêwas û Qoçgiriyê hene jî, ji bi herêmên wan jî Kirmanciye dibêjin. Lewra ew Kurd baweriyên Dêrsîmê jî dihewînin.