Helal
Ji Wîkîpediya
Di ola Îslamê de bêjeya helal (Erebî : حلال, destûr; ne pîroz; dinyewî) dijwateya gotina heram e. Helal tiştên ku destûra wan ji misilmanan re heye destnîşan dike û heram jî tiştên ku destûra wan ji misilmanan re nehatiye dayîn destnîşan dike.
Fikr û ramana helal di Îslamê de yekser pêwendî xwarin û vexwarinê ye: wek mînak xwarina goştê pez helal e, lê xwarina goştê berêz heram e.
Ji bo ku goşt "helal" be divê bi navê xwedê hatibe serjêkirin.
Quran û sinnet xwarin û vexwarinên heram û şertên helalbûna wan wisa vedibêjin:
"Heywanên (ajalên) mirî (di Kurmancî de weke "jikêrbûyî" tên binavkirin), xwîn, goştê berêz, her tiştê ku ji bilî binavkirina navê xwedê hatibe serjêkirin, heywanên fetisî, yên ji hişketî (bi derban û hwd.) heywanên bi ketin an jî bi derbên qiloçan mirin, heywanên ku ji aliyê heywanên dirinde ve hatin kuştin, heta ku hûn wî ji xwînê paqij bikin (xwîna laşê wî biherikînin); heywanên ku ji pûtan re hatine qurbankirin; ev hemî li we qedexene." Quran (V ; 4)