Erxenî
Ji Wîkîpediya
Erxenî yek ji navçeyên Amedê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 48.200 û bi giştî jî 87.441 e. 81 gund, 2 belde û 103 mezre girêdayî navçeyê ne. 57km dûrî Amedê ye. Rûber 1.489km², bilindahî ji rûyê avê 955m ye. Aborî li ser çandiniyê ye. Daristanên mayî ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye rûxandin. Li navçeyê fabrîkek çementê, yeka ard û yeka jî şîr heye.
Dîroka herêmê digihîje heya b.z. 7000´î. Di qeydên dîrokî de wekî Erxenî, Ekranya, Arkanîn, Erkanîkana, Ekanîna, Ûrxana, Aşat hatiye binavkirin. Hin kes dibêjin navê navçeyê ji zimanê Hîtîtan tê.