Distar
Ji Wîkîpediya
Distar, aşê herî prîmîtîv e. Ji du kevirsêlên glover pêk tê. Kevirê ser tê gerandin û gorî mezinahî û giraniya kevirsêlan genim tê hêrandin.
Bo çêkirina bilxurê tê bikaranîn. Li hin gundan bo çêkirina bilxurê ding hene. Ding milkê hemî gundiyan e. Kevirê wî yê ser wekî gogê, yê binî jî wekî tasê ye. Bo yek an du cot ga, hêştir an kerê ding tê gerandin. Di demeke kurt de bo bilxura hemî gundiyan tê çêkirin.