Destnimêj
Ji Wîkîpediya
Destnimêj yek ji ferzên ola Îslam ê ye. Di pêş nimêjê yan jî xwendina Quran a Pîroz da bi avê tê girtin. Gava ku av neyê diyîn, mirov dikanî bi qûmê yan jî xaliyê jî destnimêj bigirî. Ji ber ku mirov çû huzûra Xwedê , divê mirov pir paqij be. Paqijîya cismê mirovan, rihetîya dilê mirovan e.
[biguherîne] Wateya Destnimêj ê
Hîkmetê destnimêjê ew e ku; mirov xwe ji bilî bûna hemû kar û xebatên dinê dûr bixine û xwe bi her awayê ji bona îbadetên ji Xwedê ra amade dike. Destnimêj girtin sembola paqijîya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreşî, hesûdî, fesadî û derewan e.
Destnimêj girtin, emrê Xwedê ye û di Quran a Pîroz da ayetên ji bona destnimêj girtinê hene. Destnimêj di sûra Maîde yê da di ayeta 6 an da derbaz dibe; " Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj bikin, serçavên xwe û herdû milên xwe bi înişkan ve bişon û serê xwe mesih bikin û herdû lingên xwe bi gûzekan va jî" (Sûra Maîde 5/6)