Dîrok
Ji Wîkîpediya
Dîrok (mêjû, tarîx, hîstorî) vekolîna zanistî ya zemanên berê anku demên borî ye.
Ji vekolîna zanistî ya bûyerên demên borî re herwiha dîroknasî (dîrokzanî, dîrokvanî) jî têt gotin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Peyva "dîrok"
Du teorî li ser etîmolojiya peyva dîrok hene. Li gor yekê ji wan peyva dîrok ji gotina "dûr" têt ku di hin zaravayên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" têt gotin. Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye.
Ji van herdu teoriyan, ya têkiliya "dîrok"ê û "çîrrok"ê disepîne ihtimaltir ji ber ku peyva "hîstorî" jî di gelek zimanan de hem têt wateya dîrokê û hem jî çîrrokê.
Mêjû bi taybetî di soranî de têt bikaranîn û ji peyva "mêj" e ku têt wateya demek dûr berî niha.
Tarîx ji erebî û hîstorî ji yewnanî ye.
[biguherîne] Dîrok wek çeqek zanistê
Mirov bi nerîna li pirtûkan, rojnameyan, nameyan, nîgaran û tiştên wek wan jê agadar bibe ka di dîrokê de çi qewimiye. Ev dîrok wek dîroka nivîskî têt nasîn.
Lê dîrok ne tenê bi berhemên nivîskî ve girêdayî ye. Di nav gelek miletan nivîsîn pirr kêm hatiye bikaranîn loma dîroka wan bi pirranî di çîrrokbêjî û dengbêjiya wan de ye. Ji vê çeqê dîrokê re dibêjin dîroka devkî.
[biguherîne] Dîroknasên pêşîn
Bi gelemperî Herodotusê yewnanî (n. 484 BC- 425 BZ) wek bavê dîroka nivîskî ya cîhanê têt nasîn.
Yekem kesê ku dîroka kurdan bi berfirehî nivîsiye Şerefxanê Bedlîsî ye.
[biguherîne] Sinifandina çeqên dîrokê
Ji ber ku dîroka zanistek pirr berfire ye, pirraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşek dîrok radiwestin.
Dîrok dikare li ser van beşan bêt parvekirin:
- kronolojî (li gor serdeman yan demê)
- cografî (li gor herêman)
- welatî (li gor welatan yan dewletan)
- neteweyî (li gor gelan yan miletan)
- mijarî (li gor mijarekê anku babetekê)
[biguherîne] Dîrok û pêşdîrok
Pêşî dîrok tenê ji berhemên nivîskî û ji gotinên devkî dihat berhevkirin. Lê piştî pêşketinên zanistî, bi taybetî di warê arkeolojiyê de, dîroknas dikarin ji serdemên hê nivîsîn peyda nebûbû jî agahiyan wergirin. Ev yek bi taybetî bi vedîtina gorr û nîgarên serdemên kevnare gengaz e.
Ji vê dema berî peydabûna nivîsînê re bi gelemperî navê pêşdîrok hatiye dan.
[biguherîne] Dîroka cîhanê
- Serdema Kevnare
- Rojhilata Navîn li Serdema Kevnare
- Ewropa li Serdema Kevnare
- Yewnanistana berê
- Hindistana berê
- Çîna berê
- Amerîkaya Navîn li serdema kevnare (Aztek, Maya, Olmek, Toltek
- Amerîkaya Başûr li serdema kevnare (Înka), (Çîmû), (Tîhwanakû), (Huwarî)
- Erîqa li Serdema Kevnare
- Awistralyali Serdema Kevnare
- Împaratoriya Roma
- Serdema Navîn
- Despêka Îslamê
- Ewropa li Serdema Navîn
- Çîn li Serdema Navîn
- Umeyadî
- Ebasî
- Serdema Nnû
- Vedîtina û dagirkirina Amerîkayê
- Barok
- Ronbîrî
- Sedsala 19ê
- Sedsala 20ê
- Sedsala 21ê
[biguherîne] Dîroka Kurdistanê]]
- Dîroka Kurdistan
- Kronolojiya dîroka Kurdistanê
- Dîroka kevnar ya rojhilata navîn
- Dîroka rojhilata navîn piştî zayînê
- Serhildanên Kurdan
Li kategoriya "dîrok" jî binêre.