Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Ji Wîkîpediya
Başûrê Rojavaya Kurdistanê navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê.
[biguherîne] Rûerd
Başûrê Rojavayê Kurdistanê perçeya Kurdistanê ya herî biçûk e. 23.000 km² ye. Ew Îro di bin desthilatdariya Surîyê de ye. Taybetiyeke herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ve ber bi rojhilat zirav û dirêj e. Ji rojava ve ber bi rojhilat her ku diçe qad û çarçova we ber fireh dibe.
[biguherîne] Avhewa
Mirov dikare avhewaya başûrê Rojava bike du beş. Beşê yekem li rojava herêma Afrînê ye. Avhewaya herêma Afrînê, nezîkî avhewaya deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare. zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewaye herêma Afrînê, shîn e. Bi dar û ber e. Her cureyên daran hene. Lê piranî zeytûn in.
Beşê duyem ku Serêkaniyê, Hesek, Amûd, Qamîşlo û Dêrik dikevine vê herême berrî û deşt e. Çiya û daristan nînin. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carnan baran dibare. Di meha çile de, li Qamîşloyê 7, li Dêrik û Amûde ji germahî 6 pile ye. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Hawînan ji çolên Arabi- stan û Suriyê bayên germ tên û tesîr li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pileyî.
Di rojava de ji çiyayê Nûr ve dest pê dike. Û pê re heta herêma Afrînê û çiyayê Kurmanc tê. Çiyayê Kurmanc 1200 metre bilmd e. Herêma bajarê Afrînê rûerd gir û banî ye. Dar û daristan e. Avhewaya he rêma Afrînê nêzîkî ya deryayya Spî ye. Her cureyên dar, heşînahî û mêweyan hene. Darên zeytûnan pirr in. Ji çiyaye Kur- manc heta rojavayê Kobanê, axa Kurdistanê teng e û Ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobanê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û Kurd li ser axa xwe dijîn Ii rojhilatê Kobanê heta Serêkaniye ax di destê Ereban de ye. Li ve herêmê Kurd kêm in.
Qamîşlo û Nisêbîn yek bajar in. Lê, Tirkiyê û Sûriyê di nav xwe de beş kirine. Qamîshlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê alaya Tirkan û li Qamîshlo jî alaya Sûriyê dibînin.
[biguherîne] Bajarên Başûrê Rojava
Bajarên herême Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo, Tirbespî, Hesek, Endîwer û Dêrik in. Li Başûrê Rojava Hesek bi tenê wîlayet e. Yên din qeza û nehye ne. Qamîshlo qezaya Hesekê ye, lê ew ji Hesek û hemû bajarên din mezintir e. Qamîshlo wekî navend û paytextê herêma Başûrê Rojava tê qebûl kirin. Li na- venda Qamîshlo nêzî 150.0000 kes dijîn. Li bajarên Suriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên Kurdan hene.
|
|
---|---|
Bakurê Kurdistanê | Rojhilata Kurdistanê | Başûrê Kurdistanê | Başûrê Rojavaya Kurdistanê |