Zimanmalbata hind û ewropî
Ji Wîkîpediya
Zimanmalbata hind û ewropî (zimanzanên alman jê re dibêjin zimanmalbata hind û germanî) malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa ta Hindistan, bi 2,5 milyar axaftinêran a herî mezin li ser erdê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin. Kurdî endamê wê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Têgiha "hind û germanî"
Zimanzanên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê zimanmalbatê de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.
Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimanzanên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.
[biguherîne] Reh û peresendî
Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.
Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.
Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.
Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.
Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.
[biguherîne] Malbatên zimanên hind û ewropî
- Ermenî: ermeniya klasîk (mir), ermenî
- Zimanê toxarî: toxariya A (mir), toxariya B (mir)
- Zimanên hind û îranî
- Zimanên hind û arî an hindî
- Zimanên nuristanî
- Zimanên îranî
- Albanî: albanî an albaniyayî
- Zimanên îtalî
- Zimanên oskî û ûmbrî: oskî (mir), ûmbrî (mir), sabellî
- Zimanên latînî û faliskî: latinî û falîskî
- Zimanên romanî
- Sardînî
- Zimanên romanî yên ewropî an bejahiyî (kontînental)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-bakurî: rûmanî, îstrorûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-başûrî: meglenorûmanî, arûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojavayî:
- beşa îtalî û romanî: dalmatî, îtalî
- beşa rêtoromanî: furlanî, ladîn, romanş
- beşa galî, îberî û romanî
- galî û romanî ya bakurî: franko provenzalî, fransî
- galî û romanî ya başûrî: provenzalî
- îberî û romanî ya bakurî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: katalanî
- îberî û romanî ya bakur-navendî: spanî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: galîsiyayî, portekîzî
- îberî û romanî ya başûrî: muserebî (mir)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî
- Zimanên keltî
- Zimanên keltî yên parzemînî: gaulî an gallî (mir)
- Zimanên keltî yên giravî an yên giravên brîtanyayî:
- Zimanên goidelî: îrlandî (gaelî), îskoç-gaelî an gaeliya skotlendî, kornî (mir)
- Zimanên brîtanî: bretonî, wêlzî an kimrî, kornî (mir)
- Zimanên germanî an jermanî
- Zimanên germanî yên rojhilatî: gotî, vandalî, burgûndî (hemû mirin)
- Zimanên germanî yên bakurî
- Zimanên germanî yên rojavayî
- Zimanên baltî û slavî
- Zimanên baltî
- Zimanên baltiyên rojavayî: prûsyayiya kevin (mir)
- Zimanên baltiyên rojhilatî: latvî an letonî, lîtvanî
- Zimanên slavî
- Zimanên slaviyên rojhilatî
- Zimanên slaviyên rojhilat-bakurî: rûsî, belarûsî
- Zimanên slaviyên rojhilat-başûrî: ukraynayî
- Zimanên slaviyên rojavayî
- Zimanên slaviyên başûrî: slaviya kîlîseyî ya kevin
- Zimanên slaviyên rojhilatî
- Zimanên baltî
[biguherîne] Çavkanî
Merritt Ruhlen (1991). A Guide to the World's Languages. Vol. 1: Classification. Edward Arnold, London-Melbourne-Auckland.