Zîna Zêdan
Ji Wîkîpediya
Zîna Zêdan yek ji lehengên jin ên destan, çîrok û çanda devkî ya Kurdan e. Evîndariya Memê Alan e. Keça mîrê Cizîra Botan e. Ew jî wekî Mem têkoşîneke bêhempa dide lê bisernakevin, daku bigihên miradê xwe. Rastî îxaneta Bekoyê Ewan tên. Beko bi dek û dolavan nahêle yekîtî, serkeftin û aşîtî çêbe di koşka Mîr de. Herwekî nahêle Mem û Zîn, ango Memê Alan û Zîna Zêdan bigihîjin miradê xwe. Zîna Zêdan li zîndana bavê xwe. li ser meytê Mem jehrê vedixwe û dawî li jiyana xwe tîne.
Mem û Zîn destaneke netewî ya Kurdan e.