Kamiran Alî Bedir-Xan
Ji Wîkîpediya
Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Kamiran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamiran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Lubananê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.
Kamiran Alî Bedir-Xan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mustefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.
Kamiran Alî Bedir-Xan sala 1971 serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Lubnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurde) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî ramyarî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.
[biguherîne] Berhem
- Langue kurde, Paris, 1953
- Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
- Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
- Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
- Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
- Kolay Kürtçe - Pîrtûka ders, Weşanên Doz
- Xwendina Kurdî Kitêbxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
- Dersên Şerîetê Kitêbxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938