Ji Wîkîpediya
- 1979 Di ecama êrîşeke dewleta Îranê de ya li ser bajarê Sine bi sedan xelkê bajêr yên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
- 1993 Serokê Giştî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ya bi rêyên diyalogê agirbesta ku bi yek alî di 17 adara sala 1993an de îlankiribû, di 18 adarê de kete pratîkê de. PKKê heta 15 nîsanê bi awayeke yek alî li hemberî artêşa Tirk şer rawestand. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve ti bersiv ji bo agirbestê nehate dayîn.
- 1871 Li Parîsê tevgera Komûna Parîsê pêk hat damezirandin. Rêvebirî ji bo demeke kurt kete destê Komûneran.
- 1912 Keştiyên Îtalyan êrîşî ser Çanakkaleya Tirkiyê kirin.
- 1915 Rêzkeştiyên (fîlo) dewletên îtîlafê, yek ji êrîşên herî berfireh yên şerê Gelîboliyê da destpêkirin. Lê belê keştiyên şer li hemberî berxwedana Kurd û Tirkan a li Çanakkalayê bi ser neket.
- 1945 Bajarê Berlînê ji aliyê Emerîka ve hate bombebarankirin.
- 1948 Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr NATO hate sazkirin.
- 1997 Balafira bi tîpa Rus AN-24 li Tirkiyê ket. Di encama bûyerê de 50 kes mirin.
- 1953 Li navçeyên herêma Marmara Gonen, Pazar, Çan û Yeniceyê erdhej çêbû. Di erdhejê de nêzî 10 hezar avahî hilweşiyan û 260 kes mirin.
- 1962 Şerê 7 salan li Cezayîrê berdewam kir, bi dawî bû.
- 1963 Fransayê yekem ceribandina nûûlkerî ya bombeya atomê kir.
- 1965 Kozmonotê Sovyetê yê Rusî Alexei Lenovov yekem car li ser li fezayê meşiya. Kozmonot Lenovov bi 2 hezar û 177 kîlometir bilidahiyê bi keşiya ezmanî ya bi navê „Voskhod" yanî „Rojhilat" bi qasî 20 deqan doi valatiyê de ma. Kozmonotê Rusî ji vî wextî tenê 12 deqe 9 saniyan bi meşê derbas kir.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- 1941 Profesor Doktor Werner Sombart mir. Sombart aborînasbû di xebatên xwe de li ser kapîtalîzm û sosyalîzmê analîz kirin
- 1980 Psîkanalîst û lêkolînerê psîkolojiyê Erich Fromm, di 79 saliya xwe de mir.
- 1999 Hunermend û Muzîkvanê Senfoniya Kurdî Qadir Dîlan li paytexta Çek, Prakê çû ser dilovaniya xwe.
Binêre: Salvegerên dîrokî