Şah
Ji Wîkîpediya
Şah ji bo keyên an monraşên mêr dihêt bikaranîn. Ev nav bi gelemperî ji bo monarşên Îranî hatîye bikaranîn.
[biguherîne] Dîroka peyva Şah
Ev peyv di hemî zimanên Îranî da heye: bi Kurdî Şa an Şah, bi Farisî شاه. Ji ber desthilata bilinda zimanê Farisî li Rojhilata Navîn û Nêzîk û zirparzemîna Hindê, gelek ji netewe û gelên dî jî ev peyv jibo şahên xwe bikaranîye.
Koka vê peyvê di zimanên Îranî da ji kevin were heye. Di zimanê Avestayê da peyva şah bi xwe nîne, lê bi rêya gîrek anko prefix a xši- anko desthilatê dihêt dîtin. Di zimanê Pehlevî da wekî peyva xšāyaθiya (xşayatîya) û di zimanê Senskirît da wekî क्षत्रिय (kšatriya) hatîye. Her ev peyv bi awayê krasthai di zimanê Yewnanî da bi ramana vegirtin an dagîrkirinê hatîye. Peyva Pehlevî ya bi ramana welat anko wîlayetê kshathra jî ji vê peyvê nêzîk e. Li dema desthilatdarî ya Yewnanîyan li Îranê û Kurdistanê peyva kshathrapavan anko kshathravan, kesê ko kshathra yî diparêzit bi awayê Satrap hundirî zimanên Yewnanî û Latînî bû.
Di dîroka kevin a Kurdan û neteweyên dî yên Îranî yên mîna Farisan da, carina jibo rêzgirtineka zêdetir ji şahan ra gotîye Şahan Şah anko Şahê Şahan. Ev zarav li dema Hexamenişîyan anko Exmînîyan da wekî xšāyaθiya xšāyaθiyānām hatîye. Di zimanê Farisî da ew zarav kurt kirîye û niha dibêjin Şahenşah (شاهنشاه).
Di Kurdî da peyveka dî heye ko gelek ji vê peyvê nêzîk e: peyva duramanî ya paşa. Di Farisî da ev peyv wekî padêşah (پادشاه) bikar dihêt. Du raman jibo vê peyvê berhoz in. Ramana yekê ew e ko gelek caran ji bo Şahên neteweyên ne-Îranî anko Enîranî peyva padêşah anko dijberî Şahî dihat bikaranîn. Bi vê ramanê şaş e ko peyva padêşah jibo Şahên Îranî an Kurd bihêt xebitandin. Bi awayekê dî mirov dikarit bibêjit ko peyva padêşah tenê jibo Şahên nehezkirî, çi Îranî bûbin çi bîyanî, li kar bûye. Ramaneka dî anko şiroveyeka dî jibo peyva paşayî di zimanş Kurdî da reng e ramana paşî Şahî anko piştî Şahî bûbit. Ev raman nemaze li çaxên navîn û dema desthilatdarî ya mîr û şahên biçûk da zêdetir belav bû. Piranîya walîyên osmanîyan pêşnavê paşa hebû. Mirov dikarit bibêjit ko bi herdu ramanan ew paşa bûne: neîranî bûne û li piranî ya caran jî delîveya hindê hebûye ko piştî mirina şahî an sultanê Osmanî bibin şah an sultan.
Peyva Şahbanû ji bo monarşên jin an jî kebanî yên monarşên mêr dihêt bikaranîn. Şahzade jî ji bo lawên Şahan dihat bikaranîn.