Şêx Ubeydûllahê Nehrî
Ji Wîkîpediya
Şêx Ubeydullahê Nehrî lawê Şêx Taha ye. Tehsîlek baş dît. Piştî wefata bavê xwe, wî terîqet meşand. Şêx, armanca avakirina welatekî serbixwe dimeşand. Gava ku di sala 1880 de li Şemdînan serhildan çêbû, Şêx Ubeydullah serokê wê bû. Şêx, doza rojhilata welêt dikir. Bi vê armancê, gelek caran êrîşî dewleta Îranê kir û gelek caran jî bi ser ket. Paşiyê dewleta Osmanî jî, ji xurtbûna Şêx Ubeydullah tirsiya û bi Îranê re tifaq danî. Li hember êrîşên herdu dewletan, Şêx Ubeydullah bi serneket. Osmaniyan, Şêx sirgûn kirin. Şêx Ubeydullah Nehrî, li sirgunê çû ser dilovaniya xwe.