Çemê Nisêbînê
Ji Wîkîpediya
Çemê Nisêbînê an Cexcex (tr:Cacak an Çağ-Çağ) navê xwe ji gotina „Çemê Ciq Ciq“ girtiye. Çemê Cexcex ji yekbûna ava spî ya ji Serê Avê derdikeve û ji ava reş a li Kanîka Fila derdikevê pêk tê. Çemê Cexcex ji Nisêbînê ber bi başûr ve diherike. Nêzîkê Hesekê bi çemê Xabûrê re dibe yek û diherikê çemê Firatê. Dirêjahiya çemê Cexcex heta Nisêbînê 21700 metre ye.