Çemê Miradê
Ji Wîkîpediya
Rûbara Miradê, yek ji rûbarên mezin li Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku gelek çemên wê hene, wekî Çemê Miradê jî tê binavkirin.
Ji parêzgeha Wanê, ji Çiyayê Êledaxê destpêdike û dirêjiya wê 614 km ye. Ji berfa çiyayan sûdê werdigire û hêza herkana wê digihîje heya 2.500 m³/s. Hin jî çemên ku digihîjin wê ev in: Çemê Heftreng, Çemê Lîzê, Çemê Şehîd, Çemê Badîşah, Çemê Goşkarbaba (Koçkarbaba) hwd in.