Firat
Ji Wîkîpediya
Firat rûbarek yê mezin yê Kurdistan e û Dîcle robarek din yê mezin yê Mezopotamya û Kurdistan e. Ev herdu robar Firat û Dicle robarên anjî avên Kurdistan yên mezin û girîng in.
Firad ji çemên Mûrad û Avareş pêk tê. Avareş, ji çiyayên bakurê bajarê Erzeromê der tê. Mûrad jî, ji çiyayên bakur ên gola Wanê dize. Her du nêzîkî Kebanê tên ser hevdu û ji wir şûn ve navên wan dibe Firad. Firad, di gelî û navrastên Elezîz û Meletiyê de ber jêr dadikeve. Di navbera Amed, Semsûr û Rihayê de wekî marekî vetil dide û dikeve deşta Dilûkê. Di navbera deşta Tilbişar û berriya Heranê de dikeve Kurdistana Suriyê. Firad, çemê Kurdistanê yê herî dirêj û bi av e. Ew 2800 km dirêj e. 1100 kim di nav axa Kurdistanê de derbas dibe û li Iraqê ew û Dîcle dibin yek. Navê wî dibe Yekava Ereb.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».